Komxebata Şêwra Jinên Kurd bi biryarên girîng bi dawî bû 2022-05-16 10:49:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata “Şêwira Jinên Kurd a Rojava” ya bi pêşengtiya Kongreya Star bi tevlîbûna 50 delegeyên jinên ji rêxistin û partiyên siyasî li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Komxebat bi biryarên girîng bi dawî bû.    Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk Kongerya star duh Komxebatek bi navê “Şêwira Jinên Kurd li Rojava” li darxist. Armanca vê komxebata ku li bajarê Qamişloyê hat lidarxisitn ew e ku jinên kurd rol û helwesta xwe li hember dagirkeriya li ser Kurdistanê bînin ziman. Piştî rojeke tijî nirxandin û nîqaşên girîng li ser guhertin û pêşketinên siyasî, her wiha helwesta jinan li hember hemû rêbazên qirker li ser civaka kurd komxebata jinan bi biryarên girîng hate bidawî kirin. Daxuyaniya bidawîbûnê ji aliyê Endama Komîteya Diblomasî ya Kongreya Star Bencewîn Elî ve hate xwendin.   Bencawîn Elî diyar kir ku nîqaşên hatin meşandin Komxebata Şêwra jinan gihîşte helwesteke hevbeş û biryarnên hatin girtin wiha rêxz kirin:   "• Helwesta netewî li hemberî dagirkeriyê pêwist dike zelal bibe û têkoşîna li dijî dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê erkeke netewî ye û jin pêşenga vê erkê ne. Di heman demê de xwedîderketina li berxwedana şervanên Tevgera azadiyê li dijî dagirkeriyê erkeke netewî ye.   •Hevkariya bi hêzên dijminên Gelê Kurd re xetê me yê sor e û bi tu awayî nayê qebûl kirin, divê li dijî vê yekê helwestek xurt û bi bandor were pêşxistin.   •Weke jinên Kurd pêwiste em hêza xwe ya siyasî û partî li derve kom bikin da em bikaribin mûdaxeleyên bi bandor li ser rewşa siyasî li Kurdistanê bikin, her wiha xebatên jinan di asta netewî de xurt bikin.   •Divê di asta Rojava de jî xebatên ji bo avakirina yekitiya jinên Kurd bi hêztir werin meşandin ev jî erka me hemûyan e bi vê armancê wê insîyatîfeke jin were pêşxistin.   •Divê dîplomasiyeke netewî  bi armanca têkbirina siyasetên qirêj were pêşxistin.   •Şêwra me bang dike ku Sêyemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd lezgîn were lidarxistin. Bi vê armancê em bang dikin ku komîteya amadekar a konferansê li ser asta herçar parçeyên Kurdistanê bicive û biryarê çêkirina konferansê bide.   •Xebatên xurt û encamgerî ji bo rizgarkirina hemû jinan."