Ji TÎHV'ê ji bo Ayselê rapor 2022-05-16 09:13:58   ENQERE - Nûnera TÎHV'ê ya Stenbolê ji bo siyastmedara Kurd Aysel Tugluk a nexweşa demansê ye rapor amade kir. Di raporê de hat gotin ku raporên ATK’ê yên hatine dayîn nikare bê qebûlkirin û bal kişandin ser cîdiyeta pirsgirêka tenduristiya Ayselê. Her wiha gotin divê raporek alternatîf bê amadekirin.   Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê dimîne û nexweşa demansê ye, rewşa wê her diçe giran dibe û bi raporên ATK’ê yên di encama biryarên siyasî de tên dayîn, tehliyekirina wê tê astengkirin.   Di serî de jin û hemû rayagiştî ya demokratîk ji bo Ayselê bê tehliyekirin çalakî û bernameyên cuda pêk tînin û dibin dengê Ayselê. Lê deshtilatdarî ji nedîtîve tê û israra xwe ya ji bo netehliyekirina Ayselê didomîne.   Li dijî rapora ATK'ê, rapora TÎHV'ê   Li dijî rapora Daîreya Îhtîsasa Şopandin û Lijneya Îhtîsasa 4’emîn a ATK’ê ku dibêje dikare parastinê bike, parêzerên Ayselê Reyhan Yalçindag Baydemîr û Serdar Çelebî, serî li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) dan  û di encama vê de nûneriya TÎHV'ê ya Stenbolê, der barê rewşa tenduristiya Ayselê de raporek nû amade kir.   Rapora 28 rupêlî ya TÎHV’ê   Rapor ji 28 rûpelî pêk tê û îmzeya Pispora Psîkiyatrî Doç Dr. Neşe Dîrek Tecîrlî, Pisporê Norolujî Prof. Dr. Hakan Gurvît û Pisporê Tipa Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer lê ye. Rapor di encama daxwaza parêzeran de hat amadekirin. Ji parêzerên Ayselê Veysî Eskî rapora  ji aliyê TÎHV'ê ve hat amadekirin di 13’ê Gulanê de pêşkeşî heyeta Doza Kobanê ya Aysel jî tê de tê darizandin, kir.   Beşeke mezin a raporê ji raporên nexweşxana dewletê ya Îzmît Seka, ATK Kocaeliyê û dermankirin û nêrînan pêk tê.   Nêrînên hevalan û parêzeran jî di raporê de cih girt   Her wiha di raporê de nameyên hevalên Ayselê yên li girtîgehê yên Damla Bagci û Gultan Kişanak jî yên der barê tenduristiya Ayselê de jî cih girtin. Di nameyên Gultan û Damlayê de ku tê xwestin ji TÎHV’ê re bên şandin, tê diyarkirin ku rewşa Ayselê krîtîk e û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Her wiha di raporê de nêrînên parêzerên Ayselê, Hatîce Ezgî Gungordu, Elîf Taşdogen û Veysî Eskî yên di hevdîtina bi Ayselê re kiribûn jî cih girtin. Ligel vê nakokiyên di navbera raporên ATK’ê de yên demên cuda de hatine dayîn jî  di raporê de hatin cihkirin. Raporê de hat xwestin ku divê demildest ev nakokî ji holê bên rakirin.    Raporek alternatîf   Di encama raporê de jî hat diyarkirin ku di rapora  ji aliyê Daîreya Îhtîsasa Şopandinê ve hatiye amadekirin de îmzeya pisporê norolojiyê tune ye û gotin ev nikare bê qebûlkirin, divê rapora ji aliyê Lijneya îhtîsasa 4’emîn Daîreya Îhtîsas a Şopandinê ya ATK’ê hatiye dayîn bê nirxandin û li gorî vê raporek alternatîf bê amadekirin.