ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'AN 2022-05-16 09:00:00       *Makbule Karakuş ya 58 salî ku 5 sale bêrîvaniyê dike, diyar kir ku karê zozanan zehmete û ji ber opoerasyonên leşkerî jî bi tirs û fikarin.   *Ji aliyê IqAîr ve raora Qirêjiya Hewayê ya Cîhanê ya 2021’ê hat weşandin û li gorî raporê Tirkiye di alî qirêjiya hewayê de bûye welatê 46’emîn û Îdir jî bajarê ku hewaya wê herî qirêj hat diyarkirin.    *Hedlê Misê ya ji Gundê Qûşlî yê Kobanê ye bal kişand ser jiyana xwe û keda ku daye. Hedlê li gel êşa ku kişandiye ewqas jî li berxwe daye û heta vî temenê xwe jî parastina çanda xwe ya kevnar dike. DÎMEN HEYE   *Pirtûka Gayle Tzemach Lemmon a ‘Keçên Kobanê’ ji hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel re hat şandin lê ji aliyê îdara girtîgehê ve bi hinceta tehdîdê ava dike nehat dayîn.   *Rojnamevan Sinûr Rahmen Ragiyan, bal kişand ser êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdîstanê, rola Şengalê û destnîşan kir ku serkeftina Şengalê serkeftina Zapê ye. Sinûr wiha got: "Meseleya Şengalê ne tenê hebûna erdnîgariyê ye. Bi taybet sekinandina li ser Şengalê, şêwaza xweseriya demokratîk, fikr û felsefeya ku li Şengalê tê jiyîn e.” BI DÎMEN   *Nûnerên partiyên sosyalîst-çep bertek nîşanê êrîşên AKP-MHP’ê ku bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê tên meşandin dan û diyar kirin ku ev şerê faşîstan desthilatdariyan e û wê têkoşîna yekbûyî ya gelan qezenc bikin. Partiyan bang kirin ku li dijî şer û dagirkirinê  deng bê bilindkirin.   *Jinên gundê Mêrganê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê diyar kirin ku ew dev ji gundên xwe bernadin, armanca operasyonan birakujî ye û gotin:"Heta ku em nemirin em dev ji axa xwe bernadin." DÎMEN HEYE   *Nûnera TÎHV'ê ya Stenbolê ji bo siyastmedara Kurd Aysel Tugluk a nexweşa demansê ye rapor amade kir. Di raporê de hat gotin ku raporên ATK’ê yên hatine dayîn nikare bê qebûlkirin û bal kişandin ser cîdiyeta pirsgirêka tenduristiya Ayselê. Her wiha gotin divê raporek alternatîf bê amadekirin.   *Hevalên siyasetmedara kurd Aysel Dogan a li Kolna Elmanyayê jiyana xwe ji dest da wiha gotin:"Aysel Dogan heqîqeta Dêrsimê bû."   DÎMEN HEYE   *Dê konferansa Meclîsa Jinan a HDP'ê li Amedê bê lidarxistin. (11.00)