Aysel Dogan li Mexmûrê hat bibîranîn 2022-05-15 14:10:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mexmûrê ji bo Aysel Dogan konê sersaxiyê hat vedan û merasîma bîranînê hat lidarxistin.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo endama Koma Aştiyê, jina şoreşger a Kurd Aysel Dogan a ku di encama nexweşiya penceşêrê  de jiyana xwe ji dest da, merasîma bîranînê hat lidarixstin û konê sersaxiya hat vedan.    Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanê azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê peyama PAJK’ê ya li ser têkoşîna Aysel Dogan, hat xwendin û piştî wê hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan axivî.   Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Aysel Dogan de, tevahî şehîdên heyva Gulanê bi bîr anîn û got:   “Heval Aysel komkujiyên li ser Dêrsimê ji nêz ve nas dikirin û rastiya Dewleta Tirk baş dîtibû. Heval Aysel jî wek Şehîd Bêrîtan, ti caran li hember xiyanetkaran serî netewandiye. Heval Aysel heta kêliya jiyana xwe ya dawî, têkoşiya û gihişt şahadetê. Wek gelê Mexmûrê em pir xemgînin. Em hemû Şehîd Aysel ji nêz ve nasdikin û berxwedana wê ya li dijî dagirker û xiyanetkaran, dizanin. Dema ku dijmin êrişî goristanên şehîdan dikir, li wir Heval Aysel got; 'dijmin ji hestiyên me ditirse'. Ev yek rastî ye û dijmin ji hestiyên şehîdên me ditirse. Şehîd Aysel di girtîgehê de jî maye û berxwedana Mazlum Dogan û rêhevalên wî baş dîtiye. Jiyana Şehîd Aysel têr û tejî têkoşîn bû. Li wargehê jî maye û li vir bi me re çend caran ket çalakiya greva birçîbûnê. Em minetdarê keda şehîdane. Em soz didin ku em ê heta dawî li pey keda wan bimeşin û em soza pêkanîna xeyalên şehîdan dûbare dikin.”   Piştî axaftina Sultan Yildiztan, merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.   Konê sersaxiyê hat vedan   Li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, ji bo Şehîd Aysel Dogan konê sersaxiyê hatiye vedan, xelkê wargehê û saziyên wargehê kom bi kom serdana konê sersaxiyê dikin.