Şêwra Jinên Kurd a Rojava didome: Em şoreşê biparêzin em ê bi ser bikevin 2022-05-15 14:07:00     QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Kongreya Star li hola Zana ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivîna "Şêwra Jinên Kurd a Rojava" tê lidarxistin. Komcivîna Şêwra Jinên Rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta tirk bi tevlîbûna 50 delegeyên jin ên ji rêxistin û partiyên siyasî dest pê kir.    Siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk a li dijî gelê kurd dewam dike. Dewleta tirk  ji 17'ê Nîsanê heta niha bê navber êrîşên xwe yên li ser axa Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Her wiha Gelê Kurd û dostên Kurdan bi armanca şermezarkirina van êrîşan rojan li qadan in. Li ser armanca van êrîşên dewlata tirk rêxistinên jinan li Bajarê Qamişloyê dest bi nîqaşan kirin. Di şêwrê de 50 delegeyên jin ên ji rêxistin û partiyên siyasî beşdar bûn. Her wiha tevger û rêxistinên jinan ên derve jî bi rêya programa zoomê dê beşdarî şêwrê bibin. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed axaftina vekirinê kir.   'Em ê hemû komployan vala derbixin'   Remziya Mihemed kombûna jinan a di şêwireke wiha de pîroz kir ku ev yek berpirsyartiya jin û rola wê ya welatparêziyê ya di ber axa Kurdistanê de nîşan dide û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi qirkirinên li ser şoreşa jinê têne kirin dixwazin nexşerêya Rojhilata Navîn bidin guhertin. Me wekî jin qalibê siyaseta mêr şikandiye û rolên pir mezin di aliyê siyasî û civakî de derbas kirine. Bi parastina nirxên jinê em ê hemû komployan vala derbixin ji ber hemû siyasetên li dijî me yek in. "   'Pêwîstiya me bi hişmendiyeke nû heye ku jin tê de pêşeng be'   Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif bal kişand ser siyaseta cîhanî ya di Rojhilata Navîn de û wiha pê de çû: "Di roja me ya îro de dûrxistina jinê ya ji siyasetê û meşandina siyaseta mêr cîhanê ber şerekî pir xerab ve dibe û aloziyan kûrtir dike. Şîrovekirina vê yekê ya weke jin pir girîng e ji ber ku pêwîstiya me bi vê yekê heye. Zihniyeta mêr rê li ber xerabiyan vekiriye.  Pêwîstiya me bi hişmendiyeke nû heye ku jin tê de pêşeng be. Hêzên hegemon dixwazin vê cîhanê li gor nêrîn û berjewendiyên xwe bi rê ve bibe, ev şer bi gelek rêbazan tê meşandin û li ser civakê tê ferzkirin. Ev hêz navenda şer dike Rojhilata Navîn ji ber Rojhilata Navîn navenda şaristaniyê ye û ew dibêjin ger hêza wê bike bin bandora xwe dikare rêveberiya cîhanê bike. Di Rojhilata Navîn de eger em dixwazin rewşa xwe nas bikin pêwîst e em baş vê yekê nîqaş bikin. Hêzên sereke di cîhanê de hemû di nav pevçûnê de ne bê wê kî yê çiqas erdnîgarî û hikum bigire. Ev hêz bi xwe xwe nakin nav şer lê belê bi rêka hêzên ji xwe kêmtir şer dikin. Şerê aborî li hember welatan tê bikaranîn û teknîka li pêş şer kûr dike."   'Ger em şoreşa xwe biparêzin em ê bi ser bikevin'   Endama Koordînasyona Rêveber a KNK'ê ya li Rojava Ebîr Hesaf di axaftina xwe de ev tişt anî ziman û got:"Em kesayetên bi şans in, em di rewşeke wiha dijîn ku em ne wek berê ne. Zeman hatiye guhertin, gerek em ji dîroka xwe feydeyê bigirin û careke din şoreşa xwe ji destê xwe nebin. Ger em ji dîroka xwe encamê derxinîn û şoreşa xwe biparêzin em ê bi ser bikevin."