Qeyûm parqa ji bo jinan hatibû veqetandin kir kafe 2022-05-15 12:03:27     ŞIRNEX - Êrişên qeyûman ên li dijî destkeftiyên jinan didomin. Li Cizîrê vê carê jî qeyûm Parqa Sûrdîbî ku dema rêveberiya HDP'ê rojên çarşeman ji jinan re dihat veqetandin kir cafe.   Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê, dema ku di bin kontrola Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû, di sala 2019'an de li Parka Sûrdîbî ya li kêleka Çemê Dîcleyê ji bo jinan qadek çêkiribû û rojên çarşeman ev qad tenê ji jinan re vediqetand. Ev qada ku ji jinan re hatibû veqetandin pîştî tayînkirina qeyûm hat girtin. Piştre jî qeyûm kir kafe.   'Me xebatên jinan esas girtin'   Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, vê helwesta li dijî qada jinan weke dijminatiya jinê nirxand û diyar kir ku wê ji bo destkeftiyên jinan heta dawiyê tebikoşin. Bêrîvan, da zanîn ku piştî qad bûye cafe jin ji parqê vekişiyane û wiha got: "Dema ku me plana stratejiya 5 salan çêkir û danî pêşiya xwe, me xebatên jinan esas girtin. Lê dema ku qeyûm hat tayînkirin di serî de ev destkeftiyên me ji holê rakirin. Jin mamosteya civakê ye. Jineke azad dikare civakê azad bike. Ji ber vê yekê heta ji destê wan tê êrişî destkeftiyên jinan dikin. Lê em ê li dijî van hemû êrişan têkoşîna xwe bidomînin."   'Qeyûm qadên jiyanê li jinan teng dike'   Bêrîvanê, desnîşan kir ku qeyûm destketiyên jinan ji holê radike û qadên jiyanê li jinan teng dike û ev tişt got: "Ev park wêneyekî feraseta qeyûm e. Qeyûm çi ye, çawa tê birêvebirin, em dikarin di vê parqê de bibînin."