Gundê ku 40 roj in di bin dorpêçê de ye tê xwestin bê valakirin 2022-05-15 12:02:18     COLEMÊRG - 40 roj in gundê Şikeftan ê Şemzînanê ku 50 mal lê heye ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêç kirin û hewl didin ku bi tevahî gund bê valakirin. Hat zanîn ku heta niha ji ber zextên leşkeran ji 50 malan tenê 15 mal mane.    Li navçeya Gever a Colemêrgê di 21'ê Adarê de di wesayita polîsê li Stenbolê peywirdar A.K. de hatibû îdakirin ku 52 kîlo 500 giram teqemenî hatiye dîtin û hatibû îdakirin ku ev teqemenî ji gundê Şikeftanî yê Şemzînanê hatiye barkirin û ji ber vê niha li gundiyên Şikeftaniyê koçberî tê ferzkirin. Gundê ku 40 roj in di bin dorpêçê de ye derketina ji gund û ketina gund hatiye qedexekirin. Derbarê mijarê de Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî diyar kiribû ku wesayita li Iraqê teqemenî lê hatiye barkirin anîne Şemzînanê û ji wê jî hatiye armanckirin û bînin Stenbolê. Li ser vê di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye berfirehkirin de gundê Şikeftanî ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin.    Nikarin sed metre dûrî malê biçin   Gundiyên ku nikarin ji malên xwe 100 metre dûr bikevin, diyarkirin ku  li gel ku tundiya li wan tê kirin ji rayedaran re ragihandine jî tu kes bi wan re alîkar nebûye û di bin şert û mercên zahmet de têkoşîna jiyanê didin. Herwiha hat ragihandin ku gundiyên ji bo ji xwere xurekê bistînin derdikevin derve jî ji aliyê leşkeran ve lêgerîna bi destay li wan tê kirin û nasnameyên wan tên kontrolkirin.    Tê xwestin ku gund bê valakirin   Li gundê ku 50 mal lê heye ji ber zextên leşkeran  hat diyarkirin ku tenê 15 mal lê mane. Ji van 15 malan jî 14 malan ji be tundiya leşkeran mîhên xwe firotine û malbat mayî ku mîhên xwe nefirotine jî bi awayekî sîstematîk lêşker tundiyê lê dikin. Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku destûr nedane gundî cejna hev jî pîroz bikin û leşker dixwazin ku gund bê valakirin.    Av hatiye birîn   Li gel zextên ku bi êrîşên dewleta tirk ên li dervî sînor re li ser gundiyan zêde bûne 10 roj e ava gund jî hatiye qutkirin.     Gundiyên ku zahmetiyan dikişînin banga piştevaniyê kirin.