Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Kurdî xwe dispêre dîrokeke kevnar 2022-05-15 11:54:27     AMED - Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniya nivîskî da. Platformê di daxuyaniyê de cejna her kesên ku ji bo zimanê kurdî kedê didin pîroz kir.    Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniya nivîskî da.   Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser dîroka zimanê kurdî û hat gotin kurdî xwe dispêre dîrokeke kevnar. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin:"Li dijî hemû êriş û polîtîkayên asîmîlasyonê kurdan her tim zimanê xwe parastine. Di pêşketina zimanê kurdî de Kovara Hawarê roleke mezin lîstiye. Em cejna hemû kesên ku ji bo zimanê kurdî ked daye pîroz dikin."