Li navçeya Silopîyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin 2022-05-15 08:45:42     ŞIRNEX - Li navçeya Silopîyê ya Şirnexê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin.   Li navçeya Silopîyê ya Şirnexê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin. Cenazeyê ku li ser rêya rîngê hate dîtin ji hêla ajokarê kamyonê ve hate ferqkirin. Cenazeyê ku hate dîtin hat zanîn ku aîdî jina bi navê Sakîneyê ye.    Hat zanîn ku Sakîneyê bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û cenazeyê wê hatiye şewitandin. Sakîneya ku 3 zarokên wê hene ji bo testa DNA'yê rakirin morga nexweşxaneya Şirnexê.