HDP’ê Konferansa Herêma Ege û Marmarayê li dar xist 2022-05-14 14:31:39   STENBOL / ÎZMÎR - HDP'ê Konferansa Herêma Ege û Marmarayê li dar xist û peyama "Banga me ji bo hemû hêzên ked û demokrasiyê yên Tirkiyeyê ew e ku xwe di bin sîwana Rêya Sêyemîn a HDP’ê de bibin yek û bi hev re têbikoşin. Rêya xelasiyê ya ji hemû krîzan, HDP û felsefeya wê ye” da.   Konferansên Herêman ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Îro konferansa Herêma Ege û Marmarayê pêk hatin. Di her dû konferansê de banga mezinkirina rêxistinbûn û têkoşînê hat kirin.   Li Stenbolê Konferansa Marmarayê    Konferansa Herêma Marmarayê ya HDP'ê li avahiya partiyê ya navçeya Bagcilar a Stenbolê pêk hat. Endamê Lijneya Rêveber ê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Stenbolê Erkan Tepelî, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Sezaî Temellî, Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglu, Berdevkê Komîsyona Rêxistinkirina Navendî ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz, Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, nûnerên pêkhateyên HDP’ê û bi dehan kesên ji bajarên herêmê beşdarî konferansê bûn.       Di konferansê de pankartên “Em di azadî têkoşînê de bi israr in”, “Li dijî tundiya dewleta mêr, şer û xizaniyê em li her derê ne”, “Em xwe birêxistin dikin û ber bi pêşerojê ve dimeşin” hatibûn daliqandin. Di heman demê de pankarta “Denîz Poyraz nemir e” ku wêneyê Denîz Poyraz jî li ser bû hatibû daliqandin.    Konferans, di şexsê Aysel Dogan de bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di axaftina destpêkê ya konferansê de Mahfûz Guleryuz axivî. Mahfûz anî ziman ku li dar xistina konferansa xwe ya di serdemeke wiha de xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha got: “Em dixwazin bi bîr bixin ku em neferên serdemeke dîrokî ne. Pergala kapîtalîst hem di asta kûrewî û hem jî di herêmî de di nava krîzekê de ye û bo xwe li rêyekê digere. Sedema şerê mezin a li herêmê jî ev e. Modêla netewe dewletê ya pergala kapîtalîst, ji bo gelan şer, pevçûn û karesat anîn. Di vî şerê li herêmê de herî zêde gelên me pê êşiyan. Lewma li hemberî van hevsengiyên hêz ên kapîtalîzmê jî berxwedan û têkoşîna herî mezin em didin. Anku Rêya Sêyemîn a HDP’ê û felsefeya wê ye.”    Bi domdarî Mahfûz destnîşan kir ku li gel şerê Ûkrayna û Rûsyayê, li Sûriye û Iraqê jî şer didome û wiha domand: “Li Rojhilata Navîn, Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye. Navenda vî şerî jî erdnîgariya kurdan e. Me ji hemû cîhanê re gotibû ku em ê bi rêya sêyemîn bersivê bidin vê xitimîna pergala kapîtalîst. Em dixwazin vê rêyê bi gelên Tirkiyeyê re nîqaş bikin. Em xwedî îdia ne. Em bi îdia ne ku em ê hemû pirsgirêkên Tirkiye û cîhanê çareser bikin. Banga me ji bo hemû hêzên ked û demokrasiyê yên Tirkiyeyê ew e ku xwe di bin sîwana Rêya Sêyemîn a HDP’ê de bibin yek û bi hev re têbikoşin. Rêya xelasiyê ya ji hemû krîzan, HDP û felsefeya wê ye.”     Di berdewamê de jî Mahfûz ev tişt anî ziman: “Sedema bingehîn a êrişên berfireh ên AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê jî Rêya Sêyemîn e. Lê belê ev hewldanên wan vala ne. Ji ber ku HDP roj bi roj mezintir dibe. Divê bê zanîn ku li gel ewqas êrişan jî nikarin yek HDP’î teslîm bigirin. Hûn ê nekarin teslîm bigirin û serî pê bidin tewandin. Mîna yên berê em ê vê dethilatdara bêşiûr jî biavêjin ser sergoyê. Desthilatdarî herî zêde ji herêma Marmara û Stenbolê ditirse. Yek ji herêmên ku HDP dikare herî zêde xwe lê bigire ev herême ye. Vê herêmê her tim faşîzm ji vir dehf kir û dê dehf bike jî. Lewma ev konferans, konferanseke girîng e.”    Piştî axaftina Guleryuz jî konferansa Herêma Marmarayê ji çapemeniyê girtî berdewam kir.    HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist   HDP Konferansa Herêma Egeyê li Navenda Çandê ya Ahmet Piriştina ya li Karşiyakaya Îzmîrê li dar xist. Di konferansê de pankartên “Berxwedana mezin, meşa mezin”, “Em ê ji kujeran hesab bixwazin”, “Têkoşîna jinan li her derê ye”, “Em di azadiyê de bi israr in û di têkoşînê de bi biryar in” û “Li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî” hatin daliqandin.    Hevserokên rêxistinên HDP’ê yên bajarên Herêma Egeyê û gelek kes tev li konferansê bûn. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çinar Altan û Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Ozlem Gunduz di destpêka konferansê de axivîn. Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku ew ji bo siberojê xeta têkoşînê û rêxistinkirinê nîqaş dikin û li dijî bêsiberojiyê, bêkariyê û asîmîlasyonê banga têkoşînê hat kirin. Her wiha di axaftinan de banga têkoşîna li fijî faşîzmê jî hat kirin.    Piştî axaftinan konferansa Herêma Egeyê jî ji çapemeniyê re girti berdewam kir.