TUAY-DER kongreya xwe pêk tîne: Em ê bi ser kevin 2022-05-14 13:09:55   AMED - TUAY-DER, di kongreya xwe de bang li malbatan kir ku têkoşîne mezin bikin û bibin dengê girtiyan.    Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) bi dirûşma "Em bi ruhê berxwedana li girtîgehan tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin" li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di salona kongreyê de wêneyên girtiyên ku jiyana xwe ji dest dayî hatin daliqandin û her wiha pankartên wekî "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Li hember qatliamên zindanan bêdeng nemînin", "Bila tecrît were dawîkirin, zindan werin valakirin" û "Bijî berxwedana zindana" hatin daliqandin.    Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) tevlî kongreyê bûn.    Kongre piştî rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji hêla hevseroka berê ya TUHAY-DER'ê Guler Yuksekbag ve hat kirin û wiha axivî: "Dewleta Tirk hewl dide mirin û komkujiyên li girtîgehan bike çarenûsa me, lê em vê weke çarenûsa xwe qebûl nakin. Em ê bi têkoşîn û hewldana xwe hevalên xwe ji girtîgehan derxin. Her wiha spas ji bo rêveberiya ku heya niha kar kiriye."   Hevberdevkê Konseya Kongreyê Mehmet Bakir, axivî û bal kişand ser zext û zilma dewletê û got: "Ji 12'yê Îlonê heta niha li girtîgehan zilm bênavber didome. Berxwedana ku li girtîgehan tê kirin ji bo Gelê Kurd girîng e. Ev berxwedan îro jî didome. Her tim dixwazin vîn û berxwedanên li girtîgehan têk bibin. Dewlet hemû derfetên xwe bikartîne. Her wiha 20 sal jortir e ku li Îmraliyê li hemberî Birêz Abdullah Ocalan tecrîdek heye. Birêz Ocalan ji bo me xeta sor e. Divê her kesek berpirsiyatiya xwe bidomîne. Divê her hevalek bi hêvî be ku em ê teqes bi ser kevin."    Kongre ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.