Çalakiya Malbata Şenyaşar 432 roj in didome 2022-05-14 11:48:24   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar 432 roj in berdewam e. Malbatê di çalakiya xwe ya îro de wiha got: “Ji bo ku daxwaza me ya edaletê pêk neyînin ma hûn dê heta kengî li ber xwe bidin!"   Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 432’yemîn de jî berdewam kir. Di rojên dawiya hefteyê de edliye girtî ye lewma malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Malbatê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Ji bo ku daxwaza me ya edaletê pêk neyînin ma hûn dê heta kengî li ber xwe bidin! Yên ku xwe weke serdestên Rihayê dibînin winda dikin û di xwe de rû nabînin ku derkevin nava gel. Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin.”