Endama RJAK'ê Jîno Reşîd: Serkeftina me gelek nêz e 2022-05-14 11:32:32   ŞIRNEX - Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, derbarê êrişên li ser Herêm Federal a Kurdistanê de axivî û got: "Êriş bi îtîfaqa Iraq, Dewleta Tirk û PDK’ê pêk tê. Ger ku em dengê xwe bilind nekin û em nebin yek em ê bibin qûrbanê vê şerê. Divê em li hemberê dagirkeriyê bêdeng nebin û têkoşîna xwe berfireh bikin."    Êrişên Tirkiyeyê ya bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê ya li ser axa Herêma Federal a Kurdîstanê hatî destpêkirin hem ji hewayî hem jî ji bêjahiyê didome. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên pêk tê didomin. Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK)  Jîno Reşîd derbarê rewşa dawî ya Herêma Federal a Kurdistanê de axivî.   ‘Qirkirina kurdan bi salane didome'    Jîno, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qirkirina kurdan a bi salan pêk tê û got: "Rojhilata Navîn jî ji aliyê erdnîgariyê de xwedî li cihek bereket û stratejîk e. Ji ber vê yekê her tim bi dagirkirin û pevçûnan re rûbirû dîmine. Bi taybetî jî Dewleta Tirk li ser xaka kurdan bi cih bû û pergala xwe ava dike. Ji ber vê yekê êriş, qirkirin û înkarkirin her berdewam e. Her wiha niha êrişên li ser xaka Kurdistanê berdewam dike."   ‘Kurd gelek bedel dane'    Jîno, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên li hemberî Kurdistanê: "Niha êrişê 4 aliyê Kurdistanê dikin. Kurdên îxanetker bi hêzên cuda dixwazin li ser xaka kurdan desthilatdariya xwe ava bikin. Ji ber vê yekê jî dixwazin desteser bikin. Li vê derê ji bo desthilatdariya xwe mezin bikin û ji bo menfeatê xwe komkujiyê dikin. Lê belê kurd li dijî êrişê li ser xwe hertim li ber xwe daye. Kurd gelek bedel dane. Lê belê di nav kurdan de hertim xeteke îxanetê hebû. Kurd her tim ji ber xayinan derbeyên giran xarine."   ‘Ev êriş û şer ji bo dagirkirinê ye'    Jîno, diyar kir ku di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê ve Tirkiye êrişê Herêma Federal a Kurdistanê dike û wiha mijar nirxand: "Êrişên ku niha tên kirin ne wek ên berê ne. Ev êriş û şer ji bo dagirkirine. Dixwazin başûrê Kurdistanê, Iraq û Îranê desteser bikin û temamî Rojhilatê Navîn dagir bikin. PDK jî li wê derê alîkariyek mezin dide Dewleta Tirk. Ji bo ku bi tenê malbatên xwe biparêzin ev qas xayîntiyê dike. Li ser vê xaka ku zarokên kurdan bedelên mezin û giran dane û bi xwîna zarokên kurdan hatiye parastin. PDK jî dixwaze vê axê teslîmê Dewleta Tirk bike. Ji bo berjewendiyên xwe."   'Ji bo serdema Osmaniyan dagirkeriyê dikin'   Jîno, destnîşan kir di sala 2023'yan de dema tifaqa giştî xilas bibe û got: "Ji ber vê sedemê Dewleta Tirk planên kûr xwe kûr dike û dixwaze axa başûrê Kurdistanê di sala 2023’yan de dagir bike. Dixwazin bi Mîsakî Mîlî dest bixin. Wekî serdemên Osmaniyan û Moxolan, carekedin wê dagirkeriyê bikin. Armanca wan a esasî ev e. Piştî ku başûrê Kurdistanê dagirkirin dixwazin bi temamî Iraq û Îranê jî dagir bikin. Di salên borî de destê xwe dirêjî Lîbyayê û cihên din jî kir. Heta dixwazin li Hîndîstanê bi rêyên cuda cuda di bin navê ol de dagirkeriyê bikin. Lê armanca yekem jî Kurdistan e."   ‘Bi her awayî êrişê Başûr dikin'    Jîno, di axaftina xwe de wiha behsa polîtîkayên şer kir: "Di aliyê çand, civak, malbat, ziman û hwd. êriş dike û amadekariya dagirkirinê dike. Mînak gelek şîrket û înşaatên wan hene. Li vir marketên ku hene ji bo pêdiviyan tirkan dixebitin. Di aliyê îstîxbaratê de jî karê xwe dikin. Sîxûrî li ser mirovên azadîxwaz û şoreşger ferz dikin. Bi fermana Dewleta Tirk, PDK êrişê ciwan, rojnameger û kesên azadîxwaz dike û wan binçav dikin û digirin. Naxwazin li başûrê Kurdistanê kesek jî dengê xwe bilind bike. Ji ber vê yekê li başûrê Kurdistanê di her aliyê de êriş hene. Her wiha li Başûr di aliyê olê de jî zext heye."   'Rê li ber jinan digirin'   Endama RJAK'ê Jîno, da zanîn ku rol û mîsyona jinê di rewşa niha de gelek girîng e û got: "Li vir rola jinê gelek girîng e. Jin heta astekî dengê xwe bilind kirin lê belê kêm bû. Ji ber ku li vir hîzbên başûrê Kurdistanê nahêlin û naxwazin ku dengê jinan bilind bibe, hişyar bibe û têkoşîna xwe bilind bike. Hîzbên desthilatdar nahêlin ku gelê me û bi taybetî jî jin dengê xwe bilind bike. Ji ber ku dizanin jin çiqwasî dengê xwe bilind bike dê bi bandor bibe. Ji ber vê jî dixwazin jinê bêdeng bihêlin. Her wiha li vir jî li hemberî jinan polîtîkayên taybet tê meşandin û ji bo berjewendiyên xwe jinan bikartînin. Lê belê ligel her cureyên êriş û polîtîkayên taybet jin têkoşîna xwe ya azadiyê li Başûr didomîne."    'Jinên êzidî pêşengiya berxwedanê kirin'   Jîno Reşîrd, diyar kir ku bi tifaqa Iraq, Tirkiye û PDK'ê li hemberî Şengalê êrişek heye û wiha bi lêv kir: "Iraq jî ketiye nav siyaseta dagirkirinê. Rojava, Şengal, Qendîl û heremên din parçe dike û ji hevdû qût dike. Dixwaze kurd neghijin hevdû dema êrişek pêk bê. Ji ber vê dîwar tanî di navbera Şengal û Rojava. Her wiha niha aliyek jî êrişê çiyayên Kurdistanê dikin. Êrişê Şengal û rojavayê Kurdistanê dikin. Ji bo dagirkeriyê dixwazin parçeyan ji hevdû qût bikin. Li dijî hewldanên dewletan gel û bi taybetî jî jinên êzidî daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. Ji bo parastina xwe û axa xwe di nav têkoşînê de nin û naxwazin carek din fermanê bijîn. Bi pêşengiya jinan berxwedanek mezin li Şengalê hat dayîn. Ew berxwedan ji bo me kurdan bû cihê serbilindiyê.”   ‘Em ê li Başûr têkoşîna xwe mezin bikin'    Endama RJAK'ê Jîno Reşîd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li gelan dikim ku bila bibînin û bibihîzin ku Gelê Kurd li ser axa xwe ye. Ji bo maf, ax û jiyanek azad têdikoşe. Bi taybetî jî bila Gelê Tirk vê baş bizanibe. Gelê Kurd dijminatiya tu gelan nekiriye û nake jî. Lê zarokên kurd tên kuştin. Her çiqas ew êrişên giştî li ser başûrê Kurdistanê hebe jî helwestek hat nîşandan. Lê belê divê ev têkoşîn berfireh bibe. Bi taybetî divê jin û ciwan vê têkoşînê mezin bikin. Li hember dagirkeriyê em bêdeng nabin. Serkeftina me gelek nêz e. Ji ber vê jî wek jin divê em li Başûr têkoşîna xwe mezin bikin.”