‘Ji bo jiyankirina ziman rola jinan girîng e' 2022-05-14 10:20:14    Zelal Tunç    WAN - Hevşaredara HDP’ê ya Ebex a Wanê Leyla Atsak ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, der barê girîngiya Cejna Zimanê Kurdî de axivî û diyar kir ku di parastin û jiyankirina ziman de rola jinan mezine û ji bo jiyankirina ziman divê xebat û têkoşîn bên mezinkirin.   Celadet Alî Bedirxan di 15'ê Gulana 1932’yan de Kovara Hawar a Kurdî weşand û ev roj wek Cejna Zimanê Kurdî tê pêşwazîkirin. Her sal der barê Cejna Zimanê Kurdî de çalakî û bernameyên cuda  pêk tên. Her wiha li dijî êrişên li hember kurdî jî têkoşîn tê dayîn, bi taybet qeyûmên tayînê şaredariyên HDP’ê bûne, navên bi kurdî yên tabela, park, tax û kolanan guhertin.   Hevşaredara Ebex a Wanê ya HDP’ê Leyla Atsak ku qeyûm tayînê şûna wê bû, polîtîkayên desthilatdariyê yên bi destê qeyûman tên meşandin nirxand û balkişand ser girîngiya 15’ê Gulanê ya ji bo Gelê Kud û got: “Em Gelê Kurd 15’ê Gulanê ji cejnê wêdetir wek roja berxwedanê digirin dest. Di vî alî de di dîrokê de kesên ji bo zimanê kurdî têkoşîn dane bi wesîla 15’ê Gulanê bi rêzdarî bibîr tînim.”   ‘Bêtehemuliya hember kurdan’   Leylayê destnîşan kir ku kurdî zimanekî qedîme û wiha pê de çû: “Em ziman wek hebûn digirin dest. Îspata herî mezin a hebûna gel e. Hebûna çandî jî girêdayê pêşketina zimane. Têkoşîna me ya ziman li her derê didome û bêguman êrîşên li hember ziman jî her tim hebûn. Di qada cemawerî de qedexekirina ziman bêtehemuliya hember hebûna kurd nîşan dide. Hunermendên kurd bi êrîşan re tên rû hev. Yên navbera xwe de kurdî diaxivin û stranên kurdî dibêjin rastî êrîşan tên. Li Qereyazi ya Erziromê qaşo mamostene, li dijî tabelaya kurdî gotinên heqeretwarî dikin. Ev bêtehemuliyek mezin e. Ev jî nîşan dide ku ev mamoste çawa dersê didin zarokên me.”   ‘Rola jinan’   Leylayê balkişand ser tayînkirina qeyûman û bi lêv kir ku çawa qeyûm hatine ewil tabeleyên navên gundan yên bi kurdî guhertine û wiha dirêjî dayê: “Li tax û kolanan tabelayên Kurdî daxistin navê Tirkî lê danîn. Bêguman têkoşîna gel a ji bo vê didome. Qeyûm  bi polîtîkayên dijminahiyê berê xwe daye nasname û zimanê kurd. Di parastin û jiyankirina ziman de rola jinê mezine. Ji paşerojê heta îro jinan ziman daye jiyankirin. Bandora jinê ya li ser ziman û nasnameyê gelek mezine. Divê Gelê Kurd xwedî li ziman û nasnameya xwe derkeve. Ziman tune bibe wê hebûn jî tune bibe. Xwedî derketina li ziman mijara hebûn û tunebûnê ye. Divê em li her qadê xwedî li zimanê xwe derkevin û bidin jiyîn.”