Cenazeyê Aysel Dogan li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin 2022-05-14 09:12:38   AMED - Bi sedan rêhevalên siyasetmendara kurd Aysel Dogan, cenazeyê wê li balefirgeha Amedê pêşwazîkirin.    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan a ku li Bajarê Kolnê yê Elmanyayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji desta şevê din bi merasîma Tevgera Jinên Kurd yên Ewropayê re ber bi bajarê wê Dêrsimê ve tê oxirkirin. Beriya Dêrsimê cenaze li Amedê ji aliyê bi sedan rêhevalên wê ve hate pêşwazîkirin. Cenaze bi diruşmeyên "Şehît namirin" ve hate girtin.   Girseya kombûyî bi cenazeyê re ber bi Dêrsimê ve bi rêketin. Li Dêrsimê ji girseyek mezin wê cenazeyê pêşwazî bikin. Ango piştî merasîma li mala malbatê were lidarxistinê wê li goristana Şaredariya Asrî yê were definkirin.