Li Silopiyê di dibistanekê de bi dehan zarok bi êrîşa zayendî ve rûbirû hatin hiştin 2022-05-13 21:55:11   ŞIRNEX – Li dibistanekê ya navçeya Silopiyayê mêrê bi navê Mehmet Salîh Gunduz yê, bi dehan zarok bi êrîşa zayendî rûbirû hiştiye di dadgehê de  hate girtin.   Li navçeya Silopiyaya Şirnexê bi îdiaya ku mêrê bi navê Mehmet Salîh Gunduz yê mamosteyê dibistana Dîcleyê ya Silopî ye, zarok bi êrîşa zayendî ve rûbirû hişt, lêpirsin hate destpêkirin. Bûyera ku mehek berê qewîmiye, piştî gilîkirina xwendevanekê derket holê. Hat zanîn ku bersûc piştî ku ji leşkeriyê hatiye di destpêka meha sibata 2022’yan de li dibistanê dest bi mamostetiyê kiriye. Hat zanîn ku nêzî 3 meh bi dehan zarok ji hêla bersûc ve bi êrîşa zayendî ve rûbirû hatine hiştin.    Piştî gilîkirina malbatên xwendevanan, bersûc mehek berê hat binçavkirin û derheqê wî de lêpirsina edlî û îdarî hatiye destpêkirin. Piştî îfadeya bersûc dûrxistina ji peywira xwe hat dayîn û ew şandin girtîgehê.