Dê Aysel Dogan li Dêrsimê bê definkirin 2022-05-13 16:42:04   DÊRSIM - Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan a li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da dê li Dêrsimê bê definkirin.   Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan a ku li Bajarê Kolnê yê Elmanyayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji desta dê sibe li warê xwe Dêrsimê bê definkirin. Aysel di 1999'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Koma 2'emîn a Aştiyê de cih girtibûb û hatibû Tirkiyeyê.     Cenazeyê Ayselê dê dê îşev saet di 17.00'an de li bajarê Kolnê bi rêya hewayî ji Îzmîrê re bê rêkirin. Cenaze sibe li Amedê bê pêşwazîkirin û bi konvoyekê dê bibin Dêrsimê.   Piştî ku li Mala Ayselê ya li Taxa Gêzik a Dêrsimê merasîm bê lidarxistin dê bibin goristanê û defin bikin.