Di doza Kobanê de daxuyanî: Em ji bo hevalên xwe yên jin li vir in 2022-05-13 14:12:10   ENQERE - Ji Feministên Xweser Ozgul Sakî piştî navberdayîna Doza Kobanê dxwiyanî da û got, "Di demên dawîn de ji aliyê AKP û MHP'ê ve li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, HDP û tevgerên jinan li vir in"   Li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê di 6-8'ê Cotmeha 2024'an de bi hinceta çalakiyên ku hatin kirin, di nav wan de Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) yên berê û endamên Lijineya Navendî ya Rêveberiyê (MYK) jî heyî 21 jê girtî derbarê 108 kesan de bi navê Doza Kobanê doz hatibû vekirin. Di daneşîna dozê îro ku hat dîtin de piştî navber hat dayîn, feministên xweser ku tevli daneşînê bibûn li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan.     'Em bi hêza hevalên xwe yên serhildêr li vir in'   Ozgul Sakî ya ku li ser navê Feministên Xweser axivî, diyar kir ku ew bi armanca piştevaniya jinê li vir in û got, "Em weke komeke femînîst li vir bi hev re li dijî mêtingeriyê li ber xwe didin, li meşên xwe yên şevê xwedî dertên, bi hevalên xwe yên jin ên di 8’ê Adarê de li gel hev bûn. Di van demên dawî de desthilatdarên AKP û MHP’ê bi rengekî pir zelal êrîşî HDP’ê, Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgera jinê dikin. Em dibînin ku herî zêde ev êrîş bandorê li jinan dikin. Em femînîst in di ferqa girîngiya piştevaniyê de ne. Dîsa em ne bêdeng in, ne ditirsin, ne îtaetkar in. Weke tevgereke femînîst, weke tevgera jinê em li vir girîngiya têkoşîna bi hev re ya li dijî AKP'ê radigihînin. Em bi coşa serhildanê ya hevalên xwe li vir in. Em dizanin ku cihê van biryaran di hiqûqê de tune ye. Em ê weke pêkhateyeke siyasî têkoşîna xwe bidomînin. Em li vir careke din diyar dikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.