Sendîkayên li Ingîlistanê kampanyaya 'Azadî ji Abdullah Ocalan' re mezin dikin 2022-05-13 13:59:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ingîlistanê 16 sendîka wê bi çalakiyên cihêreng daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan dubare bikin. Di 18'ê Hezîranê de wê bi pêşengiya sendîkayan meşeke mezin bê lidarxistin û tê payin ku ev daxwaz li meşê bi xurtî bê ziman.   Kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re" ya ku sendîkayên Ingîlistanê dabûn destpêkirin, mezin dibe. Ev sendîka 6 milyon kesan temsîl dikin. Sendîkaya Socîal Workers Unîon (SW) ya di sektora xizmetên civakî de û 15 hezar endamên wan hene, biryar dan ku ew jî tevlî Kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re" bibin. Bi tevlêbûna vê sendîkayê re sendîkayên di qadên cihê de yên ku tevlî kampanyaya azadî ji Abdullah Ocalan re bûne, hejmara wan bû 16.   Meha borî di kongreya sendîkaya perwerdeya neteweyî de ya ku 510 hezar endamên wan hene, 1700 delegeyan posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildabûn û  "Azadî ji Abdullah Ocalan re" berz kiribûn.   Hin rêzeçalakî dê werin lidarxistin   Sendîkaya ajovanên trenê ASLEF wê hefteya pêş me konferansa xwe ya salane li dar bixe. Tê payîn ev sendîka jî tevî posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên hevgirtinê li dar bixin. Di heman demê de hate diyarkirin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û şerê ku Dewleta Tirk li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd didomîne li Ingîlistanê wê hin rêzeçalakî werin lidarxistin.   Posterên Ocalan dê bên vekirin   Tê payîn ku di kongreya salane ya sendîkaya GMB’ê de ya ku 500 hezar endamên wan hene wê posterên Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan bên vekirin û daxwaza azadiyê were dubarekirin. Di heman demê de di 18’ê Hezîranê de bi pêşengiya kongreya sendîkayan wê meşeke mezin were lidarxistin û tê payîn ku wê 150 hezar kes tevlî meşê bibin.   Di meşê de tê payîn ku bi hezaran endamên sendîkayê bi organîzekirina Meclîsa Gelê Kurd tîşortên Azadî ji Abdullah Ocalan re tevlî meşê bibin.