Konferansa HDP'ê ya Jinan a Herêma Egeyê dest pê kir 2022-05-13 12:58:24     ÎZMÎR - Jinên HDP'yî li Îzmîrê ji bo ku têkoşîna jinan li Herêma Egeyê mezin bikin û nexşerêya xwe diyar bikin dest bi konferansa ku dê li dar bixistana kirin.    Konferansa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma Egeyê li avahiya HDP'a Îmzîrê dest pê kir. Li salona ku konferans lê hat destpêkirin pankarta bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr, di têkoşînê de bi biryar in" hat daliqandin û ji Aydin, Îzmîr, Manîsa, Mûgla, Antalya, Denîzli, nûnerên Meclisên Jinan û Hevserokên DHP'ê tevli konferansê bûn. Herwiha Tevgera Jinên Azad (TJA),  Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê,  DayikaDenîz Poyraz Fehîme Poyraz, Komeleya Malbatên Girtî û Hukumxwaran (EGE -TUHAYDER) û gelek rêvebirinên jin jî di konferansê de cihê xwe girtin.     Nexşeya rê dê bê diyarkirin   Hevwseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk destnîşan kir ku konferans di demeke ku gelek êrîş li dijî têkoşîna jinan pêk tên de hatiye lidarxistin û got ku armanca wan ew e ku kêmasiyên pêkanînên du salan hatin jiyîn û nexşerêya xwe diyar bikin. Berna bi bîr xist ku Denîz Poyraz di vê heyamê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin û wiha got: “Kuştina hevala me Denîz Poyraz em gelekî xemgîn kirin, lê qetlîam negihişt armanca xwe. Vê hevgirtinê di warê têkoşîna azadiya jinê ya di vê serdemê de, hem jî têkoşîna ku me bi hêzên ked û demokrasiyê re daye meşandin de gelek tişt hînî me kiriye. Xebatên ku em di pêvajoya pêşiya xwe de jî bikin wê nexşerêya me diyar bike.    'Em ê bi têkoşîna hevgirtî bên gel hev'   Berna, da zanîn ku jinên Egeyî di têkoşînê de bi israr in û got ku ew hatin gel hev û bal kişand ser rêgezên li dijî destkeftiyên jinan û girîngiya hevgirtinê di Kongrey Mezin a DHP'ê de.