Dayika keça wê li Avaşînê jiyana xwe ji dest da: Em îxanetê ji bîr nakin 2022-05-13 09:06:36     Rojda Aydin    ŞIRNEX - Berfo Dûva ya ku keça wê Hebûn Kato di 8’ê Cotmeha 2021’ê de di çalakiya berxwedanê de li Avaşînê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku keça wê li dijî zilmê tevli nava refên azadiyê bûye û got: “Em dayik li hemberî şer in. Em şer naxwazin. Lê em tu carî îxanetê ji bîr nekin. Divê hemû dayik li hember vî şerî dengê xwe bilind bikin û rabin ser piyan.”   Tirkiye di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya PDK'ê êrişî  Herêmê Zap, Avaşîn û Metînayê yên di nav sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê de ne kir û êrîşên xwe didomîne. Bi taybetî herêmên ku di bin kontrola PDK’ê de ye, Arteşa Tirk ji hewayî û bejahiyê êrişan pêk tîne. Li hemberî van êîrîşan û hevkariya PDK'ê bi Dewleta Tirk re her ku diçe bertekên gel zêde dibin. Bertekek jî aliyê dayika gerîlaya YJA Starê ya ku di 23'yê Nîsana 2021'ê de li Avaşînê di encama berxwedanê de jiyana xwe ji dest da Sumeyye Ataman (Hebûn Kato) Berfo Duva ve hat nîşandan.    Berfo Dûva ya ku 52 salî ye dayika 5 zarokan e, niha li navçeya Elkê ya Şirnexê dijî. Berfoya li gundê Zokê yê girêdayî navçeya Dêrîka Mêrdînê hatiye dinyayê, li vir ji ber zilm û zextên dewletê neçar dibînin ku derbasî gundê Ganîzilê yê Dêrîkê bibin. Zarokatî û ciwantiya Berfo li qûntarê Çiyayê Qerejdaxê derbas dibe û piştre ji aliyê malbata xwe ve ji bo birayê xwe berdêl tê dayîn. Çîrok û jiyana wê ya zor û zehmet piştî vê dest pê dike.   Ji gundê xwe koçber bûn   Berfo, anî ziman ku zarokatiya wê li Qerejdaxê gelek xweş de derbas bûye û wiha got: “Jiyana me ya gund gelek xweş derbas dibû. Me debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikir. Malbata min berê hemû li Ganîzilê dijiyan. Gundê me gundek gelek xweş bû. Di salên 90’î de dewletê bi ser gundê me de girt. Cerdewanî li me ferzkir. Lê belê malbata min bi xwe cerdewanî qebûl nekir û ji ber vê yekê neçar ma ji gundê xwe koçber bin. Malbata min koçberê Wêranşar û Enqerê bûn. Lê li gund gelek kes bi zorê bûn cerdewan. Du birayê min jî wê demê bûn cerdewan. Di dema Turgût Ozal de ev zilm li ser me kurdan dihat meşandin. Wê demê gelek gund ji ber ku cerdewanî qebûl nekirin hatin şewitandin. Ji me re digotin an hûnê bibin cerdewan an jî hûnê dev ji gund berdin. Ji ber vê yekê gelek kes neçar man ji xaka xwe dûr bikevin.”     ‘Mirov çawa birayê xwe dikuje’   Berfo, destnîşan kir ku li gundê wan hîn cerdevanî tê kirin û hinek ji wan jî dev jê berdane û wiha axivî: “Li gundê me hîn jî cerdewaniyê dikin. Kesên ku wîcdana wan hebe dê dev ji çekên xwe berdin. Em tu carî zilm, şer û dijminatiyê qebûl nakin. Mirov çawa xuşk ûbirayên xwe dikûje. Çawa hev dikuje? Birayekê min ji ber wîcdana wî qebûl nekir dev ji cerdewaniyê berda. Yê din jî teqawît bû. Divê mirov îxanetê li mirovê xwe neke. Ev zilmek mezin e. Bila ji vê xiyanetê vegerin û dev ji çekan berdin. Dewletê her tim bi çavê dijminatiyê li kurdan nêrtiye.”   Bi zorê berdêl tê dayîn   Berfo, bi lêv kir ku ew dema 20 salî bûye malbata wê bi zorê ji bo birayê wê ew berdêl dane û wiha domand: “Ez ne bi dilê xwe zewicîm. Malbatê biryar dabû û tu gotin ji bo min nemabû. Min şandin ser hewiyê. Hevjînê min berê jî zewacandî bû.  Piştî ku zewicîm jî jiyanek min a zehmet hebû. Rastî berdêlkirin ne xweş e. Bila tu kes zarokên xwe bi berdêl nedin û temenê biçûk de nezewicînin.  Piştî zewaca min jî zilma dewletê berdewam kir.”   'Li dijî zilmê tevlî refên azadiyê bû' Berfo, da xuyakirin ku keça wê Sumeyye Ataman (Hebûn Kato) li dijî zilma dewletê berê xwe daye nav refên azadiyê  û di 8’ê Cotmeha 2021’ê de li Avaşînê jiyana xwe ji dest daye. Berfo, wiha behsa keça xwe kir: “Keça min zarokek gelek zîrek, zane û jêhatî bû. Têkiliya wê ya bi hevalên xwe gelek baş bû. Eşq û evîna welat di dilê wê de hertim hebû. Keça min zarok bû jî lê di dilê wê de hezkirinek mezin a kurdbûnê hebû. Hertim tevlî xebatên partiyê dibû. Min jê re digot di vê temenê xwe yê biçûk de tu nikarî vê barî rabikî. Ji min got ‘wê demê ew heval ji bo kê dikin.’ Di dilê wê de ew hebû ku rojek tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibe. Dema bernameyek hebûya bang li hemû hevalên xwe dikir û diçûn.  Keça min  gelek wêrek bû. Rûyê wê hertim bi ken bû. Dema ku tevli nava refên azadiyê bû jî bi me re xwarin xwar û piştre derket. Êdî ji wê rojê şûnde me jê tu agahî jê negirt.  6 saaln têkoşîn da.  Di sala xwe ya 6’emîn de li Avaşînê di encama berxwedana ku da de şehîd bû. Keça min hertim digot ‘hevalên me kedek gelek mezin didin. Em ê jî biçin tola wan bistînin.’  Keça min herî dawî di şerê Çarçêla û Avaşînê de li berxwe da.  Min hîn cenazeyê keça xwe jî wernegirtiye. Ez bi keça xwe serbilind û serfiraz im. Ev doz doza şeref û namûsê ye. Sumeyye ji bo min çi ye hemû zarokên me yên li çiyayan jî ji bo min ew in. Hemû zarokên me ne.”   ‘Yên ku kezeba me şewitandin bila ya wan jî bişewite’   Berfo, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku îro Tirkiye bi piştgiriya PDK’ê li Başûr dike û ev tişt got: “Şerê ku niha li Başûr tê meşandin ez  şermezar dikim. Em dayik li hemberî şer in. Em şer naxwazin. Em Mesût Barzanî şermezar dikin. Ger ku wî piştgirî nedaya dewleta tirk dê nikaribûna biçûna Başûr. Em ê tu carî vê îxanetê ji bîr nekin. Dema serê Barzanî diket tengasiyê heval xwedî li wî derdiketin.  Mirov çawa baweriya xwe bi Erdogan tîne. Barzanî bila dev ji vê îxanetê berde û ji vê rêya şaş bizivire. Erdogan li şûna ku rê li ber qeyrana aborî bigire, hemû pere dide çek û topan. Bi wan tank û topan êrîşî Başûr û çiyayên me dikin. Em kurd bi kuştinê xilas nabin. Li dijî şer em li berxwe didin û ev berxwedana me dê hertim berdewam bike. Ew bi tank û topan nikarin kurdan xilas bikin. Erdogan niha li Başûr winda kiriye. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Daxwaza me ew e ku ev şer bisekine. Erdogan bila destên xwe ji Başûr vekişîne. Çi karê wî li wir heye. Bila hemû Gelê Kurd rabe li ser piyan û li dijî van êrîşan serî rake. Bila êdî zarokên me neyên kuştin. Yên ku kezeba me şewitandin bila kezeba wan jî bişewite. Divê hemû dayik li hember vî şerî dengê xwe bikin yek û rabin  ser piyan. Barzanî jî bi xwe kurd e, çawa gelê xwe difiroşe.”