Rojnameger Dîlan û 4 girtiyên din nayên tehliyekirin 2022-05-13 09:04:25     Oznur Deger   ENQERE - Rojnameger Dîlan Oynaş  ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û bi rojane tahliyekirina wê tê astengkirin banga hestiyariyê li rayagiştî kir û wiha got: “Dixwazin me li vir bikujin. Îşkenca psîkolojîk dikin. Ji her alî de em di bin êrişê de ne.”   Tifaqa AKP û MHP’ê polîtîkayên xwe yên şer yên nav welat û dersînor li girtîgehan jî bi binpêkirina mafan û îşkencê didomîne. ‘Rêziknameya Der barê Nirxandina Hukmên bi Navenda Şopandin û Çînîkirinê re’ ya hukmên der barê ‘pêkanîna çînîkirin û şopandinê, li gorî rewşa wan li saziyan belavkirin û bi faliyetên başkirina pêk tê re di encama helwest û tevgeran de der barê wan de nirxandina rewşa baş kirin’ ya ji aliyê wezareta dadê ve hatibû amadekirin û ji bo girtiyan hatibû kirin  di 29’ê kanûna 2020’an de di rojnameya fermî de hatibû weşandin û piştre jî di 1’ê çileyê de ketibû meriyetê.   Di çarçoveya rêziknameyê de li girtîgehan ‘lijneya îdarî û çavdêriyê’  hat avakirin û ji bo girtiyan ‘rewşa baş’ heye an na  raporên tên amade tu aliyê wê yê hiqûqî tune û tahliyekirina girtiyên siyasî tê astengkirin.   Lijneya Şopandin û Îdarî çiye?   Lijneya Şopandin û Îdarî di bin serokatiya midûrê girtîgehê de ji midûrê duyemîn yê berpirs, memurê îdarî, doktorê girtîgehê, psîkiyatrî, psîkolog, xebatkarên civakî, mamoste, memurê parastin û înfazê (gardiyan) û midûrê saziyê ve tê hilbijartin. Girtiyan ewil derdixin Lijneya Şopandin û Îdarî û pirsên cuda jê dipirsin. Bi pirsên absurt tahliyekirina girtiyan asteng dikin. Ji bo girtiyên siyasî pirsên wekê ‘Abdullah Ocalan ji bo we çi îfade dike? Hûn der barê wî de çi difikirin’ tên pîrsîn. Her wiha hukmên poşmaniyê tên ferzkirin. Girtiyên van hukman qebûl nakin jî bi ‘netahliyekirinê’ tên tehdîdkirin.”   Di encamê de girtiyên ‘denga tam’ nagirin îfaza wan 6 meh tê tahliyekirin. 6 meh şûnde dîsa girtiyan derdixin pêşberî lijneyê û di rewşa ji lijneyê erêkirinê negirin dîsa tahliyekirina wan tê astengkirin. Di vê rewşê de heta dîroka derketina ku mafê wan e, tê berdewamkirin. Girtyên siyasî vê pêkanînê red dikin. Di vê rewşê de jî girtiyên nexweş bi hinceta dernakevin lijneyê nayên tahliyekirin.    Sê mehan de herî kêm tahliyekirina 116 girtiyan hat astengkirin   Li gorî serlêdanê ji bo Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hatine kirin ji sibata 2022’an heta niha  hejmara girtiyên ku dema înfaza wan temam bûye û nehatine tahliyekirin herî kêm 116 ye. Yek ji girtîgeha ku gelek girtî bi vî awayî nehatine tahliyekirin girtîgeha Jinan a Sîncanê ye.   Tahliyekirina 5 girtiyên jin tê astengkirin   Li girtîgeha Sîncanê girtiya bi navê Rojda Erez û Hanim Yildirim di 25’ê cotmeha 2021’ê de hukma wan qedyaye, ya Jiyan Ateş di 28’ê cotmeha 2021’ê de ya Berrîn Sari di 20’ê Kanûna 2021’ê de û ya rojnameger Dîlan Oynaş jî di 26’ê nîsanê de qedyaye û tevî vê bi biryara kêfî ya Lijneyê tên girtin.   Ji Dîlanê banga hestiyariyê   Rojnameger Dîlan Oynaş ji 2016’an de ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girtiye û tevî cezayê wê qedyaye jî nayê tahliyekirin. Bi îdiaya ‘rewşa baş’ tune nayê berdan û Dîlanê di vê mijarê de banga hestiyariyê li rayagiştî kir.   ‘Dixwazim me li vir bikujin’   Dîlan ku bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anî, banga hestiyariyê li rayagiştî kir û wiha vegot: “Dixwazime me li vir bikujin. Îşkenca psîkolojîk dikin. Her roj em di bin êrîşan de ne. Mînak em dixwazin mafê xwe yê sohbeta bi hevalên xwe re bikar bînin lê tenê du hevalan derdixin û di bin kamerayan de dikin. Em vê naxwazin. Em qebûl nakin. Daxwaza wan eve ku em li gorî wan tevbigerin. Pêkanînên kêfî di asta herî jor de ne. Êrîş roj bi roj zede dibin. Di hevdîtinên vekirî de nahêlin em avê bidin zarokan. Niha înfaza me 5 hevalan tê taloqkirin. Di dorê de hevalên bên tahliyekirin hene. înfaza 4 hevalên me 6 mehan hat taloqkirin.”