Sara Aktaş: Di her êrişê de bandora hêzên hegemonîk û Ewropayê heye 2022-05-13 09:03:28       Habîbe Eren    NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Sara Aktaş diyar kir ku di êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê de piştgiriya DYA, Rûsya, Israîl, Çîn û hêzên emperyal heye û Iraq, Îran, Suriye û Lubnan jî bêdeng in û got: “Tevgera Azadiya Kurd ya bi komploya 15’ê Sibatê neqedandin, ev asteke berdewama wê ya stratejîke.”   Êrişên bi hevkariya AKP û PDK’ê yên li hember Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Ji roja ewil heta niha gelek leşkerî jiyana xwe ji dest da. Rojnameger Sara Aktaş derbarê siyaseta şer ya AKP-PDK, bêdengiya hêzên hegemonîk û Ewropayê ya li hember şer nirxand.   Sarayê da zanîn ku li cîhanê krîzek pir alî heye û her diçe giran dibe, pirsgirêka betalî, xizanî bi şerên emperyalîst didomin. Sarayê destnîşan kir ku desthilatdarî bi polîtîkayên şer hewl didin hebûna xwe bidomînin û got: “Desthilatdarî hem hiqûqa netewî û hem jî navneteweyî binpê dike. Bêguman di biryara êrişa li hember Herêma Federal a Kurdistanê de piştgiriya hêzên wek DYA, Israîl, Rusa û Çînê û her wiha welatên Ewropa heye. Desthilatdariya AKP’ê, planên hêzên emperyal yên li hemberê pêk tîne. Hemû temenê xwe daye ser dirêjkirina polîtîkayên xwe.”   ‘Bi piştgiriya PDK’ê êrîş dikin’   Sarayê balkişand ser rola PDK’ê ya di şer de û got: “Bi piştgiriya PDK û dewleta Tirk bi dehan carî li hember Mexmûr, Şengal, Zap, Qendîl û Xakurkê êrişê hewayî pêk hatin. Bêguman em dizanin ev êrîş ne yên ewilî ne. Dewleta Tirk ji sala 1983’yan heta niha li hember Başurê Kurdistanê operasyonên dersînor dike. Di heman demê de bi piştgiriya PDK’ê kampên leşkerî û îstîxbarî ava dike û hewl dide li vê parçeyê Kurdistanê jî serdest be.  PDK çavkaniyên Başurê Kurdistanê hem difroşe Tirkiyeyê hem jî hêzên hegemonîk. Li aliyê din PDK 40 sale bi dijminên Gelê Kurd re hevkariyê dike."   ‘Niha bi vê stratejiyê berdewam dikin’   Sarayê, da zanîn ku ji 17’ê nîsanê de li hember Zap û Avaşîn êrîşên tûnd tên jiyîn û wiha berdewam kir: "Faşîzma AKP-MHP’ê  bi hêzên taybet yên şer û çeteyan êrişê Zap û Avaşîn dikin. Ji bo encamekê bigire stratejî pêş xistiye. Di serî de DYA, Almaya û Îngîlîstan, dewletên NATO û her wiha PDK û rêveberiyên Iraqê piştgiriyê didin vê qirkirin û dagirkirinê. Daxuyaniyên tên dayîn jî tenê wek manîpulatîf fêmkirin teng in. Beriya her iştî teşeyê plankirina tevgerê, dema wê û amadekariyên pêşî girîng in. Tevgera Kurd ya bi komploya 15’ê Sibatê tune kirin, niha bi vê stratejiya têkbirinê berdewam dikin.”   ‘Kurdistan teslîmê binpêkirin û polîtîkayên şer kirin’   Sarayê balkişand ser cudahiya êrişên niha yên ji êrîşên berê û got Kurdistan di seranserê dîrokê her tim teslîmê binpêkirin û polîtîka şerên hêzên hegemonîk yên cîhanê hat kirin û wiha axivî: “Rastiyê ev baş nîşan daye. Ev lîstikên hêzên emperyalîst li Asya Dûr, başûrê Afrîka, Afrîka an jî Rojhilata Navîn pir caran hat dîtin. Niha em pêvajoya sêyemîn şerê cîhanê dijîn. Ji ber vê jî êrişkariya dewleta Tirk ne tenê bi serkeftina dewleta Tirk ne jî bi bêhêzbûna Gelê Kurd re eleqedere. Dema mijar bû berjewendiyên hêzên emperyal li Kurdistanê dîmenên hovîtiya mezin hatin jiyîn. Ji bo tiştên ku îro tên jiyîn bên vegotin jî divê mirov li çend mînakên di dîrokê de hatine jiyîn binêrin. Mînak hêzên hegemonîk  di demên cuda de ji ber berjwendiyên polîtîk û aborî Kurdistan veguhertine texteyê ceribandinê. Di van lîstikên polîtîk de welatê kurd hat parçekirin û kurd jî li Kurdistanê veguhertine tiştekî din, li Tirkiyeyê veguhertine tirkan, li Îranê veguhertina farsan, li Sûriye û Iraqê jî veguhertine ereban û hatine qirkirin. Mînak Saddam Huseyîn dema li Halepçeyê mirov qetil kirin tu bertek nehat nîşandan. Çapemeniya Amerîkayê yek nûçeyek çênekir. Yekitiya Ewropa deng bilind nekir. NY’ê daxuyaniyek neda. Tu netewê bertek nîşan neda. Mixabin komujî ji ber berjewendiyên siyasî hîna jî didomin. Niha li hember kurdan qirkirinek çandî, fîzîkî û ziman tê meşandin. Lê cîhan dîsa bê berteke. Dîsa temaşevane.”   ‘Bi armanca kontrolkirinê derfetan bikar tînin’   Sarayê destnîşan kir ku bi versiyonên nû yên polîtîkayên komployê li hember Kurdistanê êriş pek tên û bêguman polîtîka durû ya Ewropa û hêzên hegemonîk gelek bi bandor e û di vê mijarê de jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hêzên hegemonîk ên bi pêşengiya DYA’yê derfetên stratejîk yên Kurdistanê bi armanca kontrolkirina Rojhilata Navîn bikar tîne. Ya duyemîn jî; tê wateya ku xetên petrol û gaze yên Rojhilata Navîn wê bikeve destê hêzên hegemonîk. Ya sêyemîn; Bi armanca berxwedanên li Rojhilata Navîn bikin bin kontrolê tê kirin. Niha cîhan ketiye asta nû ya şerê sêyemîn a cîhanê. Li aliyekî DYA, NATO û tifaqên herêmê û lia liyê din jî Rusya, Çîn û Îran heye. bi vê bazara qirêj pevçûn û şerên herêmî jî dijwar dibin. Heman helwest îro ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd jî derdikeve pêş.”   ‘Dest ji polîtîkayên neolîberal bernedan’   Sarayê balkişand ser krîzên di dîrokê de hatiye jiyîn û da daxuyakirin ku di krîza îlona 2008’an de jî fiyasa fînansî têk çûye û hemû şîrket û saziyên cîhanê mal û hebûnên xwe bi beşek mezin winda kirine û got: “Di pêvajoya vê krîzê de jî dest ji polîtîkayên neolîberal bernedan. Ji ber ku neolîberalîzm ewlehiya hebûna kapîtalîzmê bû. Neolîberalîzm dihat wateya şerên li civakê dihatin ferzkirin bû. Îro em dinêrin yek ji krîza herî giran a kapîtalîzmê tê jiyîn. Lê tişta ku dîsa em carek din dibin şahidê wê ev e ku li her derê cîhanê seferberiyeke ji bo xilaskirina kapîtalîzmê heye. Amerîkaya Joe Bîdeng, Rûsyaya Vladîmîr Putîn, Çîna Xî Jînpîng hemû cîhan ber bi avên bi xeter ve bir. Tevî vê fatureya vê li gel dibirin û hêzên modernîta kapîtalîst ji bo vegereke xurt xwe amade dike, hevsengeyên hêzên global û tifaq xwe ji nûve teşe dikin. Em di pêvajoyeke ku wek 3’yemîn şerê cîhanê tê nirxandin de derbas dibin. Rêveberiya Amerîka hewl dide Ukraynayê ji polîtîka emperyalîst bikar bîne. Şerê Rûsya û Ukraynayê jî ji van şerên hêzên cuda nikare bê dest girtin. Krîzên gaz û enerjiyê jî rê li ber binpêkirina dewlemendiyên Kurdistan û Rojhilata Navîn vekiriye.”   ‘Êrişê fikrê Rêber Apo dikin’   Sarayê balkişand ser çareseriya Abdullah Ocalan ya li dijî van krîz û şerên tên meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo pirsgirêkên bindestan ji xwe re kir dert, lîderekî gel yê ku dîwarên girtigehê hilweşandiye. Ji ber vê jî sedema tecrîda ku bi salane didome ev e. Tifaqa qirêj ya êrişên dawî pêk tîne, di esasê de êrîşên fikrê Rêber Apo, Kurdistan û konfederasyona gelan dike. Rêber Apo li dijî vê zilmê paradîgma modernîteya demokratîk pêş dixîne û rêya aştiyê nîşan dide. Wek mucîzeyekê ev helwesta îdeolojîk bûye hêviya gelan. Rêber Apo di şertên dijmirovahî de berpirsyariyek siyasî ya berfireh hilgirtiye. Mînak di pirtûka xwe ya ‘Parastina Gelekî’ de krîzên şaristanî û mirovahiyê ji xwe re kiriye derd û wek naverok hilberîneke ku sînorê mêjiyan dibezîne ye. Yanî Rêber Apo ne tenê lîderekî netewî, veguheriye lîderekî ku bersiva hewcedariya azadiya hemû gelan dide.”   ‘Senaryoyên wan têk çûn’   Sarayê di dawiya axaftina xwe de li ser êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî sekinî û got: “Li Rojava li bajarên kurdan bi berxwedana xwe destan nivîsîn. Nirxên dîrokî afirandin. Kurd li dijî faşîzma DAIŞ û dewletên ku ew wek taşeron bikaranîn, bû mîlat. Niha hêzên emperyal û hezên paşverû yên herêmê kaosê ferz dikin û gel çawa di Şoreşa Rojava de bûn yek niha di pergala Konfederal a Demokratîk de dibin yek. Pêvajoya şoreşa li Rojava pêk hat hemû senaryoyên li Rojhilata Navîn dihatin kirin serobino kirin. Ev jî bi êrîşên bi destê faşîzma dewleta Tirk tên kirin, her tiştî piştgrast dike. Hêzên emperyal û dewleta Tirk ji bo guherînên demokratîk yên bi îrada gel pê tên hilweşînin êrişên xwe dijwartir dikin. Ji ber vê jî bi rihekî şoreşger, berxwedanek navneteweyî, îrade û  baweriyek mezin divê di berxwedanê de bê israrkirin.”