Aysel Dogan wê sibe were veşartin 2022-05-12 16:48:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan a li bajarê Koln ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, wê sibe li Bergîsch Gladbach were veşartin.   Endama Koma Aştiyê ya 2'yemîn Aysel Dogan ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ji Ewropayê di sala 1999'an de hate Tirkiyeyê û bi salan di girtîgehê de mabû, duh li Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Aysel Dogan a ku bi salan di nav têkoşîna azadiya kurdan de xebat kir, di 69 saliya xwe de koça dawî kir.    Aysel dê sibe li Bergîsch Gladbach were veşartin. Destpêkê wê saet di 12:00 de li salona Saal 2000 a Bergisch Gladbach merasîmek bê lidarxistin. Piştî merasîmê wê cenazeyê Aysel Dogan li Bergisch Gladbachê were veşartin.   Aysel Dogan kî ye?    Dogan a ku di 1953’an de li Dêrsimê ji dayik bûye ji aliyê dewletê ve di demên cuda de 17 salan hate girtin. Aysel a Zanîngeha Gaziyê qedandiye yekem car di 1980’an de rastî şîdeta dewletê hat. Aysel di salên darbeyê de 2 salan girtî ma û qet dernexistin dadgehê. Aysel di salên 90’an de dîsa bû hedefa terora dewletê. Di gulana 1990’an de li Dêrsimê hate girtin û 11 mehan li Erzînganê girtî ma. Piştî ku ji girtîgehê derket li Dêrsimê di hilbijartinên 1991’an de bû namzeta serbixwe û ligel ku dengeke pir zêde girt jî çûyîna wê ya meclîsê hate astengkirin. Di wan salan de ji ber şîdeta dewletê zêde bû Aysel çû Ewropayê. Ligel çû Ewropayê jî dilê wê li welatê bû li vir ji bo azadiya gelê xwe û aştiyê têkoşiya. Aysel li Ewropayê endamtiya KNK’ê kir û di 1999’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke endama Koma Aştiyê ya 2'yemîn ji Ewropayê hate Tirkiyeyê.