Malbatnê girtiyan li Stenbolê çalakiya xwe berdewam kirin 2022-05-12 15:38:34   STENBOL - "Nobeda Edaletê" ya li ber Edliyeya Stenbolê berdewam dike. Di çalakiya îro de Parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu axivî  û got, "Dadgeheke Naziyan heye û wekî bijîşkê Nazîyan dixebite. Îmzeya xwe di avêjin binê mirinê. Îqtîdar û ev sazya ku jê re dibêjin Qesra Edaletê tenê zilmê dikin."   Çalakiya xizmên girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şewitandin nayên berdan di hefteya 8'emîn de li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê berdewam kir.Nobeda vê hefteyê ji aliyê dayika Xemgîn Karakaş ê ku sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Afyonê hat kirin û di hucreya yek kesî de dimîne Cemîle Karakaş, Dayika Yakup Akman ê di Girtîgeha Sîlîvriyê ya Tîpa F de tê girtin Fincê Akman, Xuşka Selîm Çîfçî yê ku nexweşê giran e ku di Girtîgeha Tîpa L ya Umraniyeyê de tê girtin Çemîle Çîftçî û Xuşka Erdal Ozel ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekrîdagê di hucreya yek kesî de tê hişitin Kumrî Akgul ve hat girtin.    Polîs bi hinceta ku li ber edliyê heta mehekê çalakî qedexene xwest malbatan asteng bike. Lê malbatan guh neda astengiya polîsan û çalakiya xwe li dar xistin.   'Em li malê Rûnanin'   Fincê bertek nîşanî astengkirina ku her hefte li dijî wan tê kirin da û got, "Em her cara ku tên vir hûn îşkencê li me dikin. Hûn çi ji me dixwazin? Êdî bes e? Hûn dixwazin ku ji girtîgehan tabût bên derxistin?  Evqas ne bêwicdan bin. Serkomar, Wezîrê Edaletê û yê tendirustiyê li ku ne? Bila daxuyaniyê bidin . Em ê her hefte bên vêderê. Ji ber ku zarokên me li girtîgehan e. Zarokên me dimirin em êdî nema dikarin li malên xwe bisekinin. 13 Tabût ji girtîgehê hatin derxistin."    Kumrî Akgul jî got, "Em naxwazin zarokên me bimirin. Hûn ji bo 250 kesî destûrê didin ku daxuyanî bê dayîn lê ji bo me çar dayikan hûn astengiyan derdixin."   parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû di çalakiyê de axivî û got “Girtîgeh bûne cehennem. Girtî terkî mirinê tên kirin.  Kesên 80, 90 salî di girtîgehan de dihêlin. Ev li dijî qanûnan e. Saziya Tipa Edlî destûrê nade kesên ji ber ber nexweşiyê dikin jiyana xwe ji dest bidin bên berdan. Ev bêqiqûqî ye."