Xalîdeya Dengbêj bi îşkenceyê binçav kirin 2022-05-12 11:16:46     SENBOL - Polîsan bi ser mala Xalîdeya Dengbêj de gitin û bi îşkenceyê ew binçav kirin. Polîsan sazê Xalîdeyê jî şikand.   Di serdegirtinên malan ên li Okmeydaniya Stenbolê hatin kirin de, bi ser mala hunermena Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Xalîdeya Dengbêj de jî girtin û ew binçav kirin. Xalîde ya ku bi hinceta derbarê wê lêpirsîn heye bi ser mala wê de giritn hat diyarkirin ku di dema binçavkirinê de plîsan îşkence lê kiriye.   Sazê wê jî şikandin   Xalîde ya ku polîsan deriyê mala wê şinad û porêwê girtin bi erdê re kaş kirin, hat ragihandin ku du saetan li mala wê lêgerîn hatiye kirin.  Polîsên ku di dema serdegirtinê de sazê Xalîdeyê jî şikandin hat aşkera kirin ku deftera wê ya notayên muzîkê di nav de gelek kovar û pirtûkên li malê jî hatine desteserkirin.   Polîsên ku Xalîdeyê binçav kirin derbarê ku wê bibin ku de jî tu agahî nedan.   Bi ser gelek malanên din de jî girtin   Herwiha hat diyarkirin ku bi ser gelek malên din de jî hatiye girtin û 3 kesên ku hatine binçavkirin jî derbarê wan de tu agahî nehatiye girtin.