Li Cizîrê bi dehan kes hatin binçavkirin 2022-05-12 11:03:48   ŞIRNEX - Li taxa Yafesê ya girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê bi ser gelek malbatan ve hate girtin û bi dehan kes hatin binçavkirin.   Di saetên serê sibehê de li taxa Yafesê ya girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê bi ser gelek malbatan ve hate girtin. Taxa Yafesê ji hêla polîsan ve hate dorpêç kirin û bi dehan kes hatin binçav kirin. Di sergirtina malan de Zeynep Ecer, Çimen Ecer, Azat Bayram, Sadık Bayar, Ferhat Sirkeci, Sedin Bozkurt, Sait Yaşar, Taybet Asîkar, Şukru Elçî hatin binçav kirin. Hat ragihandin ku hêjmara binçavkirinan wê zêdetir bibe.   Sedema binçavkirinan nehat zanîn û kesên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.