Rojnameger Denîz Aydin: Planên AKP-PDK'ê serûbin bûne 2022-05-12 09:06:38     MÊRDÎN - Rojnameger Denîz Aydin da zanîn ku planên AKP-PDK’ê yê li hember Herêma Federal a Kurdistanê serûbin bûne.   Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 23’yê Nîsana 2021’ê de bi piştgiriya PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê êriş da destpêkirin û piştî salekê şûnde di 17’ê nîsanê de bi piştgriya PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê li qadên Zap, Avaşîn û Metîna êriş dan destpêkirn û li êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didomin. Her wiha di 2’yê gulanê de Hikûmeta Iraqê li dijî Şengalê êriş da destpêkirin û bertekên li dijî êrişan jî didomin. Rojnameger Denîz Aydin ya geşedanên li herêmê bi nêz ve dişopîne diyar kir ku derizandina nav PDK’ê wê demek nêz de biteqe.   Plan xera bûn   Denîzê da zanîn ku Tirkiye bi êrişan hewl dide herêma tampon ava bike û ji ber vê êrişên xwe li herêma Zapê zêde kirine û got: “Lê planên Tirkiyeyê yên der barê herêmê de serobino bûne. Tirkiyeyê hemû hêza xwe da ser vî şerî lê biser neket. Zivistanê jî berdewam kir lê daxwaza wan pêk nehat. Tirkiye ji girên ku bicih bibû neçar ma vekişe.”   PDK di şer de aktîf cih digire   Denîzê daxuyakirin ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re xwe dispêre 50 sal berê û îro jî bi awayekî aşkera didome û ev tişt bi lêv kir: “Leşkerên girêdayê TSK’ê bi destê PDK’ê li herêmê hatin bicihkirin. PDK bi aktîf tevlî vî şerî bû. Dem bi dem provakasyon bûn. Ji ber vê jî hewayek alozî heye. PDK niha aktîfe di vî şerî de. Ji ser Şêladizê takviye dike. Hemû qad seferber kiriye.  Wisa biçe wê em nizanin wê çi bibe lê PDK di lîstikek pir xeter de ye.”   ‘Nexweşxane wek barageh tên bikaranîn’   Denîz, diyar kir ku PDK di hemû êrişan de bi hêzên xwe yên taybet Zêrewanî û Gulan re ji wezareta Pêşmergeyan serbixwe tevdigere û wiha pê de çû: "Hêzê girêdayê TSK’ê jî bi cil û bergên hêzên taybet yên PDK’ê re li herêmê xebatên îstîxbaratê dimeşînin. Li herêmê nexweşxaneyên seyar hatine vekirin û ev bi armanca êrişan jî tên bikaranîn.”   PDK wek AKP’ê tevdigere   Denîzê destnîşan kir ku PDK’ê li hember aliyên muxalîf şer daye destpêkirin û polîtîka ku AKP pêk tîne ew jî li herêmê bi awayekî tûnd bikar tîne, PDK di vî alî de tevgerên AKP’ê dike, polîtîkayek hişk bikar tîne.   Di PDK’ê de derizîn çêbûne   Denîz, da zanîn ku bertekên li dijî PDK’ê zêde dibin û wiha dirêjî dayê: "Tevî evqas zext, gel dîsa jî bertekên xwe danî holê. Ji YNK, Tevgera Goran û dîsa ji nava PDK’ê jî bertek tên. Di PDK’ê de derizîn hene. Ev wek polîtîkayên malbata Barzanî tên şîrovekirin. Ji ber  zextên cidî hene ev zêde di rayagiştî de nayê dîtin. Lê tê gotin ku ji bo pêşerojê wê teqîneke mezin pêk bê.”   PKK hewl dide destkeftiyan biparêze   Denîzê her wiha bi lêv kir ku êriş di alî herêma Federal a Kurdistanê de xetereyên cidî dihewîne û wiha  domand: “Ev rewş di heman demê de herêmên din yên Iraqê jî tehdîd dike. Hemû destkeftiyên Herêma Federala Kurdistanê di bin xetereyê de ne. PKK hewl dide van destkeftiyan biparêze. Ger di alî dîplomasî de pêngav neyên avêtin wê Tirkiye van polîtîkayan bimeşîne. Belkî ev planên wan pêk nehatin lê planên nû dikin dewrê. Divê hîn bêtir hestiyarî bê nîşandan, pêngavên şênber bên avêtin. An jî wê encamên cidî derkevin holê.”   Muxalefet bi fikare   Denîzê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Muxalefeta herêma Federal a Kurdistanê pêngavên şênber navêje. Di vî alî de fikar gelek cidî ne. Her çiqas niha bandora wê ya şênber  tunebe jî wê dema pêş de bi awayekî hîn bêtir rêxistikirî bandor bike. Vê bê navber tînin ziman.”