ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'AN 2022-05-12 09:00:00     *Koçerên ku bi germbûna hewayê re dixwazin biçin zozanan bi hinceta operasyonên leşkerî leşkeri ji hêla cerdevan û leşkeran ve tên astengkirin. DÎMEN HEYE   * Maryetta 105 salî ye û bi zilma malbat, axa û dewletê re rûbirû mayê wiha bang dike: "Jiyana min her bi zext û zordariyê derbas bû û ez tu carî wan ji bîrnakim. Divê li dijî her cureyên zilmê kurd xwedî li hev derkevin." BI DÎMEN    * Wekî gelek jinên berxwedêr û hêja jina kurd Leyla Qasim jî di nava rûpelên dîrokê de bû xwediyê cihekî taybet. Leylayê bi perspektîfa xwe ya jiyaneke azad ji gelê kurd bû îlham.    *Girtiya nexweş a giran Ozge Ozbek ku ATK’ê rapora ‘dikare girtî bimîne’ dayê rewşa wê her diçe giran dibe û wiha dibêje: “Ji ber tumoran êşa min zêde ye û nikarim jiyana xwe bidomînim. Gelek caran nikarim rabim ser xwe. Hemû hewcedariyên min hevalên min dikin.”