Li dijî PDK'ê û Kazimî li Şengalê meşa girseyî 2022-05-11 16:10:46   NAVEND NÛÇEYAN - MXDŞ, bi meşeke girseyî hewldana PDK’ê û Kazimî şermezar kir û got: "Em daxwaz ji raya giştî û NY'ê dikin ku li dijî van êrişan helwestê nîşan bidin."   Bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li dijî ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê, zext û êrişên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Kazimî meşek hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên “Şengal welatê me ye", "Asayîş hêza me ye", "Asayîşa me rûmeta me ye", "Em şer naxwazin, aştî dixwazin", "Bijî berxwedana Şengalê" û "Bimre xiyanet” hatin berzkirin. Piştî meş gihaşt Çerxerêya Mam Zekî, endamê MXDŞ'ê Xelef Şengalî daxuyanî xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;    "Civaka êzidî peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera PDK’ê û hikûmeta Kazimî ku dixwazin Şengalê vegerînin beriya 2014’an red dikin. Ev peyman mafê êzidiyan red dike û hemû hêzên êzidiyan ên li dijî fermanê rawestiyane hedef digire. Êrişên dawiyê yên bi fermana Kazimî bi armanca valakirina Şengalê hatiye kirin. Her wiha hewldaneke Şengal bikin qada nakokiyên navdewletî û Tirkiye. Lewma em daxwazê ji raya giştî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku li dijî van êrişan rawestin.   Em daxwazên xwe wiha rêz dikin;    * Em her biryarek ku ji bo ji holê rakirina hêzên me yên di dema fermanê de hatine avakirin, red dikin.   * Em bang li NY dikin ku destwerdan li van binpêkirinên li ser civaka êzidî bike.   * Pêwîste Iraq di çarçoveyeke qanûnî de Asayîşa Êzidixanê qebûl bike.   * Divê lijneyek bê avakirin, ji bo kesên di dema êrişên DAIŞ’ê de erka xwe bi cîh ne anîn û gel bi tenê hiştin darizînin.   Her wiha Şandeya ku berê çend rojan serdana Kazimî kirin nûnertiya Şengalê nake, ev şande ji aliyê PDK’ê û Berpirsê Operasyonên Nînowa ve hatibû rêxistinkirin. Em bang li Babê Şêx jî dikin, nebe alîgirê tu aliyeke siyasî, wekhev nêzî tevahî êzidiyan bibe, ji ber Bavê Rûhanî yê tevahî êzidiyan e."   Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê" û "Bimre xiyanet” bi dawî bû.