Li Dêrazorê mêrekî jinek qetil kir 2022-05-11 16:09:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê jinekA 35 salî ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin.     Li gorî agahiyên ku ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANIH) hatin girtin hat diyarkirin ku mêrê bi navê Ehmed Hesen El-Elî ji bajarê Bokemal ê di bin kontrola hikumeta Şamê de, vê sibê jina pê re hatibû zewicandin  Cewza Hîlal El-Merheş (35) li bajarokê Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê qetil kiriye.   Herwiha hat ragihandin Ehmed Hesen ê dayika 3 zarokan Cewza qetil kir, piştre berê xwe daye mizgefta bajarokê û gef li kesên li wê jî xwariye.   Hêzên ewlekariya Hundir ku çûn cihê bûyerê û kujer girtin têkildarî bûyerê heta niha tu agahî nedane.