Di 'Nobeda Edaletê' de banga pêkanîna hiqûqê 2022-05-11 15:56:30   ÎZMÎR - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek got, "Girtiyên siyasî, li gel ku cezayê wan diqede jî tahliye nakin û dibin sedema mirina wan."   "Nobeda Edaletê" ya  xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan qediyaye nayên berdan îro jî di roja 59'emîn de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê berdewam kir.   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek di nobedê de axivî û got, "Di serê vê lêgerîna edaletê de dayik hene. Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Malbata Şenyaşar ve hatiye destpêkirin li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.  Malbat li Stenbolê, li Wanê di nobeda edaletê de ne, ji bo Doza Geziyê jî nobed tê girtin û li wê jî lêgerîna edaletê heye."   'Bila hiqûq bê pêkanîn'   Ahmet di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got, "Hejmara girtiyên nexweş zêde dibe, mirovên temen mezin di girtîgehan de tên girtin. Girtîgeh cihekî girtî û şert û ji bo tendirustiyê ne guncav e. Xwarina ku didin girtiyan ne li gorî tendirustiya wan e.  Mafên girtiyan di peymanên navneteweyî de jî hene û di qanûna bingehîn de jî hene. Em jî dibêjin bila hiqûq bê pêkanîn."   'Girtî nayên tahliyekirin'   Ahmet bal kişand  ser Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehan jî û got, "Girtiyên divê bên tehliyekirin bi hincetên pûç tahliyeya wan tê taloqkirin. Ev lijneyên Çavdêriyê dijhiqûqî tevdigerin. Li gel ku divê tişta girtî dijîn bipirsin, ji girtiyan çalakiyên wan ên şermezarkirinê dipirsin û li hemberî tahliyekirina wan dibin asteng. Bi taybetî jî ev li hemberî girtiyan tê kirin.  Li gel ku cezayê girtiyan diqede jî wan bernadin û dibin sedema mirina wan. Hemû dayik li vê fikirîn û dest bi çalakiya nobedê kirin. Dayik tenê dibêjin 'li gorî hiqûqê tevbigrin û kêfê tevnegerin'. Em jî wekî ÎHD li gel daxwazên wan in. Em piştgiriya xwe bi malabt û girtiyan re radigihînin."