MKGP'ê ji bo 3 rojnamegerên jin daxuyanî da 2022-05-11 15:15:00     NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP'ê qetilkirina du rojnamegerên jin ên li Meksîkayê û qetilkirina rojnamegereke jin a ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve şermezar kir û got:"Ya ku hedef hatiye girtin nasnameya jinê û pîşeya rojnamegeriyê ye."   Rêvebera sîteya nûçeyan a El Veraz a Cosoleacaque ya Meksîkayê, Yessenia Mollinedo Falconi û nûçegîhana sîteya nûçeyan a Cosoleacaque ya Meksîkayê, Sheila Johana Garcia Olivera ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin qetilkirin. Her wiha leşkerên Îsraîlê jî di êrişa li ser Kampa Penaberan a Ceninê ya Rojavayê Şeriayê de nûçegîhana televizyona  Al-Jazeera, Şirin Ebu Akile qetil kirin.     Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) derbarê qetilkirina 3 rojnamegerên û zextên li ser rojnamegeran de daxuyaniya nivîskî da.    Rojnameger an tên girtin an jî tên kuştin   Di daxuyaniyê de MKGP'ê bal kişand ser zextan û wiha got:"Îro li her derê dinyayê rejîmên otorîter û polîtîkayên şer ên girêdayî wan dibe sedem pîşeya rojnamegeriyê her ku biçe dijwartir bibe. Yek ji hedefên van polîtîkayan rojnameger in û bi taybet jî jin in. Li gelek cihan rojnameger tên qetilkirin an jî tên girtin. Li dijî van zextana rojnameger li berxwe didin ku rûmeta pîşeya rojnamegeriyê biparêzin."   Jin dibin hedefa ewil    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Şirinê dema nûçe dişopand ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin û hat gotin:"Îro jin dibin hedefa yekem a polîtîkayên şer ên ji aliyê sîstema desthilatdar a mêr ve tên afirandin. Akileya ku tiştên diqewimî ji civakê re ragihand bû hedefa kesên şer dimeşînin."   Em vê zihniyetê şermezar dikin   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Di şexsê Akileyê de nasnameya jinê û pîşeya rojnamegeriyê hat hedefgirtin. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê zihniyeta Akileyê kir hedef şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê têkoşîna ji bo cîhaneke ku dema rojnameger karê xwe dikin nabin hedef, cîhaneke ku azadiya çapemeniyê lê heye bidomînin."