Li Stenbolê ji bo çalakiyên Roja Zimanê kurdî bang hat kirin 2022-05-11 14:44:48   STENBOL - Komeleya Lêkolînan a Kurd û NÇM'ê di çarçoveya porozbahiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ji bo çalakiyên ku wê li dar bixin banga tevlibûnê kirin.    Komeleya Lêkolînan a Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê(NÇM) derbarê 15'ê Gulanê Jejna Zimanê Kurdî de li Komeleya Lêkolînan a Kurd civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek parêstvanên zimanê kurdî tevli civînê bûn. Di civînê de ji bo çalakiyên di çarçoveya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de banga tevlibûnê hat kirin.    Di civînê de Hevserokê Komeleya Lêkolînan a Kurd Eyup Sûbaşi bi bîr xist ku 15 Gulan ji sala 2007’an ve tê pîrozkirin. Eyup, bi lêv kir ku di çalakiyên 15’ê Gulanê yên îsal de ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statu wê xebatan bimeşînin û wiha got: “Em ê têkildarî zextên li ser kurdî tên meşandin û daxwazên xwe 15’ê Gulanê saet di 14.00’an de li Qada Esenyûrtê, saet 17.00’an de jî li Qada Neyzen Tevfîk a li navçeya Kartalê pîrozbahiyan li dar bixin. Em hemû gelê xwe, sazî û dezgehên demokratîk vedixwînin.”   'Ziman girîng e'   Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdûlhakîm daş jî destnîşan kir ku ji bo Gelê Kurd bibe xwediyê statuyekê  ziman gelek girîng e û diyar kir ku Tirkiye hebûna Gelê Kurd jî qebûl nake û wiha got: “Heke gelê kurd bixwaze bibe xwedî statu divê girîngiyê bide ziman. Rêya statuyê di ziman re derbas dibe. Ji ber vê yekê ez gelê me ji bo em roja cejnê mafên xwe û daxwazên xwe bînin ziman vedixwînim qadên pîrozbahiyan.”