Nobeda Edaletê li ber deriyê ATK'ê berdewam kir 2022-05-11 14:35:38   AMED - Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên siyasî yên nexweş û infaza wan tên şewitinandin werin berdan hatiye destpêkirin berdewam dike. Xizmên girtiyan, partî û saziyên sivîl ji bo berdana girtiyan carek din li ber deriyê ATK’ê bang kirin.   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên infaza wan hatine şewitnan û nayên berdan li ber deriye Saziya Tipa Edlî (ATK) berdewam kir. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER jî ji bo piştgiriyê hatin ber deriye ATK’ê.   ‘Her girtîgeh eynika welatekî ye’   Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî. Herdem di axaftina xwe de bal kişand ser van xalan: “Pêwîst e girtiyên siyasî di malên xwe de tedawiyê bibînin. Di hindirê girtîgehan de di aliyê tendirustî, ewlehî, xwarin û vexwarinê de jî pirsgirêkên mezin rû didin. Girtî têne sirgun kirin û di her alî de pirsgirêkên mezin dijîn. Lewra her ku diçe rewşa van girtiyan xeter dibe. Her girtîgeh eynika welatekî ye. Ger ku di wir de binpêkirina mafan were jiyîn, di wî welatî de demokrasî jî tune ye. Ji bo demokrasî û edaletê divê em hewl bidin û gavên girîng biavêjin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, Hiqûq, Edalet”, “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.