Çalakvanên 'Nobeta Edaletê' bi çepikan astengiya polîsan protesto kirin 2022-05-11 14:30:50   WAN - Malbatên girtiyan xwestin çalakiya "Nobeta Edaletê" li ber avahiya ATK'ê pêk bînin lê bi astengiya polîsan re rûbirû man. Astengiya polîsan bi çepikan hat protestokirin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Wanê didome. Malbat bi çalakiyên xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Rêveberên Komeleya Koçberiyê ya Serhedê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAY-DER), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn. Malbatên girtiyan xwestin çalakiya xwe li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) a li Kampûsa Zanîngeya Yuzuncu Yilê pêk bînin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.    Polîsên ku bi maşîneyên zirxî dora avahiya ATK'ê dorpêç kirin, qedexeya Walîtîya Wanê wek hincet nîşandan.    Girseya ku kombûyî bi çepikan astengî û qedexeya walîtiyê protesto kirin.    Her wiha dîmen kêşandina rojnamegeran jî ji hêla polîsan ve hat astengkirin.