Qedexeya têketinê li çar gundên Silopiyê hat îlankirin 2022-05-11 13:41:54   ŞIRNEX - Ji ber operasyon û êrişên ku tên kirin bi hinceta ewlehiyê li çar gundên girêdayî Sîlopîyê qedexekirina têketinê hat îlankirin.     Êrîşa dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê hem bi hewayî hem hî ji bejahî di roja 24'emîn de berdewam dike. Di çarçoveya êrîşan de li çar gundên girêdayî Sîlopîyê qedexekirina têketinê hat îlankirin. Li gundên qûntarê Çiyayê Cudî bi navê Xinis, Şemga, Sorbitmê, Girêçolya bi hinceta "ewlehiyê" têketin hate qedexekirin.