Li Bestayê cerdevan daran dibirin 2022-05-11 13:19:37   ŞIRNEX - Bi amadekariyên ji bo operasyonan, cerdevanên di bin çavdêriya leşkeran de dest bi birîna daran kirin.   Di pevçûna 30’ê Nîsanê ya li Çiyayê Cûdî de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, planên êrîşê yên AKP-PDK’ê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatine li dar xistin xerab kirin. Piştî kuştina leşkeran, Fermandarê Giştî yê Jendermeyan Arîf Çetîn û Hazîm Babat ê ji bajarokê Sêgirkê li 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan a Şirnexê civînek li dar xist û li dijî Cûdî, Gabar û Bestayê biryara operasyonê hat girtin. Hazîm piştî hevdîtinê " ferman" da cerdevanan ku beşdarî operasyona ku di hevdîtina bi cerdevanên li Sêgirkê re kiribûn de biryar dabûn. Hazîm, daxwaz kir ku cerdevanên ku beşdarî operasyonan nebûn bên qanexkirin.    Di çarçoveya operasyona ku piştî pevçûna li Cûdî amadekarî dihat kirin de cerdevanên gundê Tivor ê navçeya Elkê ber bi Çiyayê Gabarê ve hatin şandin.    Hat diyarkirin ku li herêma ku di çarçoveya amadekariyên operasyonê de bi rojane tevgera leşkerî lê tê jiyîn, birîna daran dest pê kiriye. Li herêma Kaniyamiran darên ku di bin çavdêriya leşkeran de ji bejahî û hewayê tên birîn bi kamyonan ji bajêr tên derxistin.   Gelê herêmê ku li dijî birîna daran  bi qereqolê re hevdîtin kirin daxwaz kirin ku birina daran bê sekinandin. Lê fermandarê qereqolê bertek nîşan dan û gef li şeniyên herêmê kirin. Gelê herêmê diyar kir ku debara jiyana wan hatiye tunekirin û xwestin ku qirkirina daran bê rawestandin. Lêbelê Fermandarê qereqolê ji  welatiyan re got, “Hûn destûrê bidin, nedin em ê biçin.”  hate xwarin.