Ji hunermendan bang: Divê kurd rabin ser piyan 2022-05-11 10:18:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê gotin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk divê ew bi gerîla re bin û bang li her kesî kirin ku bi vê erk û berpirsyariya xwe rabin.   Bertekên li dijî êrîşên Dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de hunermendên ku ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîn, diyar kirin ku divê kurd li hemberî van êrîşên Deweta Tirk rabin ser piyan û gotin, "Ev şer li dijî destkeftiyên Gelê Kurd e."    'Şerê man û nemanê ye'   Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku ev şerê man û nemanê ye û got, " Li ku dibe bila bibe, çi dibe bila bibe di vî şerî de divê em li dijî dijminê xwînxwar cihê xwe bigirin, yekîtiya xwe xurt bikin, bi gerîlayên xwe re di vî şerî de em cihê xwe bigirin. Em gerîlayên xwe bi tenê nehêlin, tifaqa xwe çêbikin û xwe ji bo her tiştî amade bikin. Şer ne tenê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li hemberî tevahiya destketiyên Gelê Kurd e.  Di vî şerî de em weke gel divê cih bigirin. Eger hinek siyasiyên me vê nakin, divê em zextê li ser bikin. Partî û siyasetmedarên kurd, di gotinê de gelek tiştan dibêjin lê di kar de tiştekî nakin, çima ev partî bi rola xwe ranabin. Bila ev partî hemû zanibin ku eger dijmin bi ser bikeve, ji we re jiyan namîne, ji tiştekî re jiyan namîne. Li başûrê Kurdistanê jî wisa ye. Dewleta Tirk zereyekê bi navê kurd û Kurdîtiyê nahêle. Heta kesên ku bi xwe ve girê dane, kesên ji wan re rêbertiyê dikin, ji wan re rê nîşan didin, kesên ji wan re çalakiyê dikin, yekî tenê ji wan nahêle. Dîroka dewleta Tirkiyeyê di vê yekê de eşkere ye. Pratîka wan jî xuya ye. Bila ev kesên ku rê nîşanî dijmin didin, baregehên gerîla pêşkêşî dijmin dikin, pêşiya wan bê girtin. Kesên ku bi hêz in, bila hêza xwe ji bo neteweya xwe bi kar bînin. Îro rûmeta me gelê Kurd ji aliyê gerîla ve tê parastin. Divê em jî bi rengî di vê eniyê de cihê xwe bigirin. Ew jî xebateke. Ji bo wê li derveyî welat, kurd li ku dibin bila bibin, em rastiyê, rewşa xwe bi cîhanê bidin fêhmkirin. Em dengê xwe derxînin, em bêdeng nemînin. Şerê vê carê ne ji rêzê ye. Ji bo 2023'an saleke maye. Dewleta Tirk dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Şerê ku niha tê kirin şerekî pir mezin e, ne şerekî wisa ji rêzê ye. Ev şer li dijî hemû destketiyên kurdan e."   'Erka her kurdî ye'   Nasir Rezazî: anî ziman ku ji her kesî re eşkereye ku armanca êrişên Dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ew e ku pirsgirêkan bixin nava kurdan, nehêlin kurd yekgirtî bin, nêhlin ku kurd bigihêjin armancên xwe. Nahsir di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got, " Demek dirêje ku gelek kiryarên xirab li Kurdistanê li ser kurdan pêk anîne. Hemû cih û warên bedew ên Kurdistanê bi destê Dewleta Tirk hatine têkbirin. Zêdeyî 500 gund li Kurdistanê bi destê leşkerên tirk hatine valakirin, xelkên wan gundan koçberî deverên din ên Kurdistanê bûne. Ev dagirkerî ye. Mixabin em kurd yekgirtî nînin. Eger em kurd yekgirtî bin, li hemberî dagirkeran, dijminan rawestin, ew ê jî nikaribin bi vî rengî bin. Erka her kurdekî kedkar ew e ku bi rastî li ber vê dagirkeriyê rabe, xwedî helwestê be. Ji ber ku kurd miletekî bêkes e, bê piştevan e. Kes ji bo kurdan tiştekî nake, heta ku kurd ji bo xwe tiştekî nekin. Divê kurd parastina xwe bi xwe bikin. Divê kurd bi xwe tiştekê bikin ku nehêlin ew belengazî bi serê wan bê. Dubare dikim ku wezîfeya her kurdekî  ew e ku parastina Kurdistanê bike, parastina Gelê Kurd bike. Karekê neke ku ne tenê Dewleta Tirk, ti dagirkerek din bi vî rengî nêzîkî Kurdistanê  bibe. Di dawiyê de dibêjim ku divê her kurdek vê mehkûm bike, ez jî weke stranbêj û ferdekî kurd vê mehkûm dikim."   'Kurdistan dayika me ye'   Beser Şahîn jî bertek nîşanî dagirkirina Kurdistanê da û got Kurdistan dayika me ye, gerîla jî zarokên wê dayikê ne û ev bang li dayikên Başûrê Kurdistanê kir, " Dayikên hêja, bi dilekî hişyarî rê nedin dijminê Gelê Kurd. Nehêlin ku zarokên we li dijî gerîla şer bikin. Gelê me, ev merhele merheleyeke pir xeternake. Rewşa hebûn û tunebûnê ye, şerekî gelekî qirêj û mezin e. Li dijî destketiyên Gelê Kurd e. Ez bawer im gelê me yê hêja, bi salan e bi keda xwe ya pîroz hemû lîstik, planên dijmin vala derxistine. Ez bawer im ku Gelê Kurd bi hişyariyeke pir mezin bi helwesta xwe ya xurt wê li ber vê lîstikê jî rabe û têk bibe. Çi Ewropa, çi metropolên Tirkiyeyê, çi bajarên Kurdistanê her çar aliyên Kurdistanê bi rastî jî berpirsyartiyeke dîrokî dikeve ser milê gelê me. Ez bawer im ku gelê me bi vê rewşê têdigihêje, bi taybetî li bajarên Ewropayê wê li ser piyan bin, bêdeng nemînin."   'Divê em helwesta xwe nîşan bidin'   Nebez Abdullah jî got ku roj roja kar e, roja sekinandina li hemberî dijminan e û ev bang li Gelê Kurd kir, " Em bang li hemû hunermend, rewşenbîr û azadîxwazan, çalakvan û hemû welatiyên li Başûr dikin ku bi rastî jî dengê xwe bilind bikin di rojeke weke niha de. Erka niştimanî li ser milê hemû kesên kurd e, bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê. Ji ber ku Başûr kirine armanc  û niha di bin êrişên dewleta tirk de ye, dixwazin hemû destketiyên Gelê Kurd têk bibin. Lewma divê weke hunermendan û hemû çîn û aliyê civakê li hemberî hemû tundî û êrişan dengê xwe bilind bikin, ji ber ku bêdengî razîbûn e ji bo tiştên bi serê miletê me ve tê. Êrişên niha li başûrê Kurdistanê tên kirin ne tenê li dijî PKK'ê ne, armanc ji êrişan kurd hemû ne. Nemana PKK'ê li Qendîl tê wateya nemana kurdan li hemû beşên Kurdistanê. Ji ber ku armanca dijmin nehiştina kurdan e, dixwazin her kurdekî li devereke cîhanê bêje 'Ez Kurd im'. Ji ber wê jî weke min got, erkeke niştimanî ye ku îro hemû takekesên kurd bi taybetî li başûrê Kurdistanê li ber dijmin rabin, nerazîbûna xwe nîşan bidin û dakevin qadan, bi her şêweyî, her yek bi asta xwe xizmetê ji gelê xwe re bike. Nehêlin ku pêşmerge biçin eniyên şer û li dijî gerîla şer bikin. Ev daxwaza dijminê kurdan e, nabe ku daxwaza dijminê miletê me bê bicihanîn. Divê em bi miletê xwe re bin, eger  em bi rastî hunermend in, eger wijdana me hebe, eger bi rastî em ji welatê xwe hez dikin, eger em siberojeke aram ji bo nifşên xwe yê nû dixwazin divê em îro helwestê nîşan bidin. Divê em firsenda ku îro heyî ji dest nedin. "   'Şer tenê wêraniyê tîne'   Yelda Ebbasî jî bi bîr xist ku şer û ceng ji bilî wêranî û ewaretiyê ti encam û netîceyê xwe tine ye û wiha berdewam kir,."Çendîn sal in ku şerê Tirkiyeyê li dijî kurdan berdewam e û hezaran hezar mirovên bêguneh bûne qurbaniyên vê tundûtûjiyê. Daxwaza min weke hunermendekê aştî û dostaniya miletan e. Ez ji şer re dibêjim na, ji bo şerê li her derê dibêjim na. Ji şer re na. Bi hêviya rojên xweş ji bo tevahiya miletê kurd li her derê ku lê ne."   'Divê destûr ji dagirkirina Kurdistanê re neyê dayîn'   Hunermend Şazad jî got ku Hêvîdar im em hunermend, rewşenbîr û nivîskar yek dest û yek helwest dest bidin hev li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û axafttina xwe wiha dirêj kir,"Ji bo dagirkeriyê gerîla weke hêcet tê nîşan dan ne raste, ew hemû derew û xapandin e. Raste gerîla û PKK xwedî erka parastina Kurd û Kurdistanê ne, lê armanca wan ne tenê gerîla û PKK ye, armanca wan têkbirin, wêrankirina Kurdistanê û hikumeta herêma Kurdistanê ye. Hêvîdar im hemû rewşenbîr, hunermend û kurd hemû bi yek dest, yek reng li ber êrişên Dewleta Tirk rabin ku bi leşker, her cûre çekê pêşketî û balafiran Kurdistanê wêran dike. Başe li hin ciha PKK nîne, lê wêran dike. Ji bo wan ya girîng ew e ku Kurdistan, xak, xwelî, dar, rez, baxçe û gundên wê wêran bibe. Bi sedan gund wêran û kavil kiriNE, heta ku ji destê wê tê petrol û gazê talan dike û piştre wêran dike, dişewitîne û diavêje rexekê. Bawer bikin ey berpirsên hikumetê,  Serokê Herêmê, Serokwezîrê Herêmê, Malbata Barzanî divê zanibin ku têkçûn û nemana gerîla tê wateya nemana Kurdistanê. Pere û pûl ji bo me bi kêr nayê. Wijdan lazim e. Bi hezaran şehîd hatine dayin. Bi hezaran sale ku em şoreş dikin ji bo çi ye? Ji bo yekbûniyê ye, heta niha me tenê kariye sirûda “Ey reqîb” bikin sirûda netewî û hevbeş. Rîca dikim, bila hemû rengên me hebin, bedewiya xwe di bedewiyên hevûdu de bibînin. Hêvîdar im her Kurdek dest bide destê hevûdu û li ber êrişa dagirkeriyê ya Dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê rabe. Hêvîdar im hikumeta herêmê, berpirsyar rê nîşander û hevkarê artêşa Tirk re nebin. Pêşî li wan bigirin, eger pêşî negirin jî karibin bi dîplomasî û aştiyê pêşî li wêrankirina Kurdistanê bigirin."   'Şer ne armanca xelkên azadîxwaz e'   Fatemeh Îsmaîliyan jî bal kişand ser xeteriya ku şer bi xwe re tîne û ev tişt got, " Şer û ceng li her welatekî ji bo gelên wê ti xelateke xwe ya xweş tune ye. Xelata şer û ceng wêranî û mirovkuştin e, sêwîhiştina zarokan e, wêrankirina welat e. Şer armanca xelkê azadîxwaz nîne, armanca dîktatoran e, bê serencam e. Bi salan e rejîma Tirk êrişî Kurdan dike. Her roj bi hêcetên cuda li devereke Kurdistanê şer dimeşîne, xwînê dirijîne. Bi navê jineke Kurd a ji Xorasanê dibêjim, Na ji şer û ceng re. Na ji mirovkujiyê, na bi xwînrijî, na ji Kurdkujî û zarokkujî re."