Li Kobanê êrişên hewayî 2022-05-11 10:04:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên bê mirov ên bi çek ên Dewleta Tirk li başûrê Kobanê û navenda bajêr Kobanê êrişên hewayî pêk anîn.   Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê, êrişa yekemîn li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê pêk hat, êrişa din jî li navenda bajarê Kobanê pêk hat.   Liv û tevgera balafirên dewleta Tirk dewam dike.   Têkildarî ziyanê ti agahî nehatine dayîn.