ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'AN 2022-05-11 09:01:02     *Jinên ku tevli mîtînga 1’ê Gulanê ya Amedê bibûn ji qadê li dijî xizanî, kedxwarî û tundiyê banga mezinkirina bi rêxistinbûn û têkoşînê kirin. DÎMEN HEYE   *Derbarê polîtîkayên Enqere, Bexda û Hewlerê ya li hemberî Şengalê de endama Siwana Meclîsa Jinên Êzidî Xanê Agal wiha axivî: "Baweriya êzidiyan bi tu kesî re nema ye. Lê di sedsala 21'ê de civaka êzidî baweriya xwe li xwe tîne û xwe bi xwe diparêze. Weke herêmeke serbixwe dixwaze ku parastina xwe bike."   *Dayika Hacî Lokman Bîrlîk ê ku di sala 2015’an de li Şirnexê ji aliye polîsan ve hat birîndarkirin, piştre hat qetilkirin û cenazeyê wî li pey maşîneya zirxî hat kaşkirin, Nazîre Bîrlîk destnîşan kir ku PDK bi dewleta tirk re tevdigere û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re şermezar kir. DÎMEN HEYE   *Zozan Oner a çû girtîgeha Şakranê xwişka xwe Cîhan Oner ziyaret kir, diyar kir ku zextên li girtîgehê sîstematîk bûne, ji bo pêkanînên xerab û zextan ekîbek taybet hatiye avakirin. DÎMEN HEYE   *Welatiyên ji ber zêdebûna bihayên xurekan destvala ji bazarê vedigerin diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer in û wiha gotin: “Her ku şer bidome wê krîz jî mezin bibe." BI DÎMEN    *Dayika, yek ji nûnera hunera Kurd Hozan Mizgîn, Hasret Aydin û xwişka wê Şukran Aliş der barê Mizgînê de axivîn û diyar kirin divê Mizgîn neyê jibîrkirin û wiha gotin: “Tu cudahiya Mizgînê ji şehîdê din tune ye. Lê divê Mizgîn neyê jibîrkirin. Yek ji jinên ewil a di têkoşînê de jiyana xwe ji dest daye ye.” BI DÎMEN