'Zimanê îktidarê ji êrişên nîjadperest û zayendperest re bingehê ava dike' 2022-05-10 09:01:36     Medya Uren   AMED - Ji HDP'ê Handan Çelîk û ji EMEP'ê Nurgul Denîz têkildarî êrişên li ser avahiya HDP'ê û li ser parlamenter Ayşe Acar Başaran  weke provakasyonek polîtîk nirxandin û gotin: "Zimanê îktidarê ji êrişên nîjadperest û zayendperest re bingehê ava dike. Em ê li dijî wê hişmendiyê rêxistina xwe mezin bikin."   Bertekên li dijî provakasyona li hemberî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başar didomin. Gelek jin û pêkhateyên jinan jî li dijî provakasyona li dijî HDP'ê bertek nîşan dan. Jinan diyar kirin ku ev êriş hişmendiya sedsalan a dewleta tirk eşkere dike.   Têkildarî êrişan ji rêveberiya HDP'ê ya navenda Amedê Handan Çelîk ji Baskê Ciwanan a Partiya Kedê (EMEP) Nurgul Denîz nirxandin kirin.   'Encamên provaskasyonan wê girantir bin'   Nurgulê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya îktidarê û wiha got: "Îktidara heyî bi zimanê xwe ji nîjadperestî û tundiyê re bingehê ava dike. Ev ziman di heman demê de jî zimanê zayendperest e ku dibe sedema zêdebûna tundiya li ser jinê. Li Tirkiyeyê qanûn û dad jî di destên îktidara bi hişmendiya mêr de ye. Ev jî dibe sedema belavbûna pirsgirêkên civakî. Êrişên li ser HDP'ê û jinên siyasetmedar ên HDP'yî pêk tên jî nîşaneya hişmendiya wan e. Lewra ew êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Enqereyê û li ser parlamenter Ayşe Acar Başaran pêk hatiye ne nû ye û bi hezaran mînakên wê hene. Beriya niha jî jinek HDP'yî Deniz Poyraz di avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin. Êrişa nû qewimiye jî yek ji wan e. Lewra divê em rê nedin van êrişan. Provakasyonên bi wî rengî wê encamên girantir bi xwe re bîne."   'Dixwazin me asteng bikin'   Nurgulê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser newekheviya tê meşandin û astengiyên li ser jinan. Nurgulê wiha diyar kir: "Li kîjan qadê jin hebin îktidar li wir hemû hêza xwe bi kar tîne û dixwaze wir talan bike. Jin li kîjan qadê bixwazin mafê xwe biparêzin an jî ji bo destkeftiyên xwe biparêzin li wir êrişî wan tê kirin. Dixwazin me asteng bikin. Em ji van nêzîkatiyên wan şaş namînin. Lewra divê em li hemberî nêzîkatiya wan bisekinin û nîşanî wan bidin ku em jin bi hev re ne û bi hêz in."   'Wê jin bikaribin biguherînin'   Nurgulê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo xilasiyê divê em ne li benda kesekî/ê bin. Bê guman jî wê jin bikaribin wê hişmendiya zayendperest û nîjadperest biguherînin. Ev jî wê bi têkoşînek rêxistinkirî pêkan be. Li kar, li dibistanan, li kolanan, bi cîranên xwe re, bi derdorê xwe re divê em tora xwe mezin bikin. Di heman demê de gelek pêkhateyên jinan hene, divê ev bi hev re di nav xebatê de bin. Di encama rêxistinê de me gelek encam bi dest xistin. Divê ji bo parastina wan destkeftiyan û ji bo bidesxistina mafên xwe em bi hêztir tev bigerin. Divê jin ji siyasetê heta kolanan tu qadê vala nehêlin. Divê jin li her cihî bin û wê hişmendiyê biguherînin."   'Em li hemberî wan zordestan serî natewînin'   Handan Çelîk da zanîn ku li ser jina kurd zextan zêde dikin û wiha lê zêde kir:"Li ser jina kurd her ku diçe polîtîkayên çewisandin, zext û tirsandinê zêde dibin. Em ketine çaxa zordestiyeke wiha ku bi hemû hêza xwe dixwazin me bixin nav qilifan. Em li hemberî wan zordestan serî natewînin. Em tim dibêjin li dijî wan em bi israr dibêjin, azadî, demokrasi, jiyanek mirovane em dixwazin. Ev mafên me yên jiyanê ne û em diparêzin."   'Êriş li dijî vîna gelê kurd e'   Handanê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em her roj dibin şahidê êrişên nîjadperest ên li ser avahiyên me tên meşandin. Yek ji wan êrişan jî di demek nêz de li ser avahiya me ya HDP'ê ya Îzmîrê pêk hat û Denîz Poyraz hate qetilkirin. Herî dawî jî li Enqereyê li ser avahiya me êrişek pêk hat û polîsan gef li parlamentera me Ayşe Acar Başaran xwarin. Divê ev êriş hêsan neyê destgirtin. Parlamenter vîna gelekî ye û ew ne gef ne li wê tenê hatiye xwarin, ev êriş li dijî vîna gelê kurd pêk hatiye. Ev êrişeke polîtîk e. Divê li ser gefa hatiye kirin doz were vekirin û ew kes ji kar were dûrxistin. Divê êdî zimandirêjî li dijî jina kurd û siyaseta kurd neyê kirin. Em ê di hemû şert û mercan de jî têkoşîna xwe bidin berdewamkirin. Em ji êrişên wan û gefên wan natirsin."