ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'AN 2022-05-09 09:00:00     *Jinan bertek nîşanê provakasyona li hember navenda Giştî ya HDP’ê û tehdîda polîsan a li hember Ayşe Acar Başaran ya HDP’î, dan û diyar kirin ku zîhniyeta Denîz Poyraz qetil kir, xwe dubare dike û gotin wê bi têkoşîna hêzên dijfaşîst bloka faşîst bê tasfiyekirin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka MED-DER a Amedê Şîlan Elmaskan da zanîn ku amadekariyên ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdi temam kirine û wiha vegot: “Dîroka Kurd êdî bi awayekî nivîskî ji pêşerojê re tê ragîhandin. Ev serkeftinek mezine. Lê ji bo berdewamkirina vê û li dijî êrîşan divê ziman bê parastin.” DÎMEN HEYE   *Cemîle Çîftçî ku di temenê biçûk de şîdeta mêr dît û piştre rastiya dewletê nas kir, jiyana xwe ya bi koçberiyê da destpêkirin niha ji bo binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan bidawî bin Nobeta Edeletê ya hatiye destpêkirin dimeşîne.Yekane daxwaza Cemîleyê ev e ku ji bo çalakiya wan piştgirî bê dayîn.DÎMEN HEYE