Li Stenbolê di Roja Dayikan de jin meşiyan 2022-05-08 17:27:34     STENBOL - Jin ku li Stenbolê bi minasebeta Roja Dayikan hatin gel hev, gotin, "Dewlet çiqas li pêşiya me astengiyan dayne jî  em ê li ber xwe bidin" û li dijî êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê meş li dar xistin.   Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê a Stenbolê,Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Marmarayê  (MATUHAYDER) û Komeleya Kesên Xizmên xwe li Anatolyayê windakirine (ANYAKAYDER) bi minasebeta Roja Dayikan li Sancaktepeyê li restorantekê pîrozbahî li dar xistin. Ji Îzmîr û Stenbolê dayik û xixmên girtyan ên di Nobeda Edaletê de, Dyika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, Dayika Sêvê Demîr a li Sîlopiyê hat qetilkirin Sakîne Demîr, aktîvîstên Tevgerklare Jinjên  Azad û gelek jinên siyasetmedar tevli şahiyê bûn.    Şahî bi sirûda "Çerxa Şoreşê" bi mersîma ji bo kesên di têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hat destpêkirin.   'Em ê heta dawî li ber xwe bidin'   Di şahiyê de dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz axivî û Roja hemî dayikan pîroz kir. Fehîme diyar kir ku dayik li her derê di berxwedanê de ne û wiha berdewam kir, "Dewlet çiqasî astengiya li pêşiya me dayne jî  em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Barzanî şer bi teşe dike'   Ji Înisiyatîfa Dayikên Aştiya ya Îmîrê Behiye Yalçin jî got ku ji bo dayikên kurd Roja Dayikan jî qedexe ye û tenê êş ji bo wan guncav hatiye dîtin. Behiye wiha dirêjî da axafitna xwe, "   Ardından söz alan İzmir Barış Annesi İnsiyatifi Sözcüsü Behiye Yalçın, Kürt anneleri için Anneler Günü’nün de yasak olduğunu ve annelere sadece acının reva görüldüğüne dikkat çekti. Behiye, “Dayikên Kurd jî wek hemû dayikên cîhanê  naxwazin zarokên wan bimirin û bên kuştin, lê nahêlin zarokên me bi rehetî bijîn. Bala her kesî li ser şerê Ûkrayna-Rûsyayê ye û guh nadin  Gelê Kurd. Em dizanin ku ji bilî Kurdan tu dostên Kurdan nînin. Lê Barzanî zarokên kurdan dikuje. Barzanî şer bi teşe dike.”   'Em ji we natirsin'   Ji dayikan Fincê Akman a ku di Nobeda Edaletê ya Stenbolê de Cih digire jî got, " Gelê Kurd bi tundiyê û bi girtinê naqede. Lê zarokên me li girtigehan îşkence dikin û dikujin. Me jî ji ber vê dest bi Nobeda Edaletê kir. Çi jî bikin ji me em dist ji çalakiya xwe bernadin. Em ji we natirsin."   Hunermenda Navenda Çandê a Mezopotamyayê  Xalîde jî di şahiyê de sitranên xwe pêşkêş kirin.   Piştre jinan bi dirûşmên "Ji şer re na hema niha aştî" , "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" dest bi meşê kirin.   'Em bi hev re li dijî şer bisekinin'   Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî di dawiya meşê de axaftinek kurt kir û got, "Şerê ku tê kirin ne yê me ye. Ev şer ê AKP-MHP'ê ye. Ev şer zarokên kurdan û tirkan qetil dike. Ez bang li hemû jinên li Tirkiyeyê dikim ku bên em bi hev re vî şerî bisekinînin."   Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.