Bernameya çalakiyên ji bo Cejna Zimanê Kurdî aşkera bû 2022-05-08 13:00:04     AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi deklerasyonekê bernameya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî aşkera kirin. Di vê çarçoveyê de wê Cehna Zimanê Kurdî di navbera 8 û 16'ê Gulanê de bi rengê mîhrîcana Zimanê Kurdî, bi panel, meş, pêşkêşkirina şano û şahiyan were pîrozkirin.   Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî strarta çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Eywana Tahîr Elçî hate dayîn. Li eywanê  pankarta "Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Perwerdehiyê" hate daliqandin û bername ji aliyê hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmashan û berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hat parvekirin.   Di serî de hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyad Ceylan ê di dîwanê de cih girtin axivî û got: “Îro em xebatên xwe yên roja ziman didin destpêkirin û em ê li dijî bişaftin û nîjadperestan jî bidin berdewam kirin. Îro di heman demê de Roja Dayikan e jî. Em Roja Dayikên xwe yên berxwedêr jî pîroz dikin. Dayikên me timî ji bo parastina ziman pêşenktî kirin e.”   ‘Emê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin’   Di berdewamiyê de ji bo metna daxuyaniyê bixwîne Şerefxan Cizîrî axivî û got: “90 sal beriya niha 15'ê Gulana 1932'yan de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê kurd, Mir Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî dest bi weşanê kir. Di hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsandin. ‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin.’ Ev banga hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê, di heman demê de hawar û gaziya avakirina bingeha Zimanê Kurdî bû. Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan were jiyandin û mayînde bibe, Gelê Kurd di sala 2007'an de 15'ê Gulanê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ îlan kiriye û her sal vê rojê bi rihê neteweyî pîroz dike. Êm ê îsal jî vê cejnê di navbera 8 û 16'ê Gulanê de hefteyekê, bi heman rih, coş û kelecanê pîroz bikin.”   ‘Bila Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî’   Şerefxan wiha berdewam kir: “Em dizanin! pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û Zimanê Kurdî tên meşandin in. Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya kurdî, ji avabûna komara Tirkiyêyê heta ve demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna Gelê Kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên Gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan didome. Ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de,  pewiste qnanûnên bingehîn ên ku li  pêşiya azadiya Zimanê Kurdî astengin, bên sererastkirin ku Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û Zimanê Fermi.”   Ji bo gel bang!   Şerefxan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji heft, heta heftê salî, bi coş û kelecana xwedîderketin û parastina nirxên xwe yên neteweyî tevli bernameyên Cejna Zimanê Kurdî bibin, govenda Zimanê Kurdî bigerînin, dengê xwe tevli lîlandina dayîkên ku sembol û nîşaneya ‘Zimanê Dayikê’ ne, bikin. Em ê, li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçê û kolanê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê û li hemû qadên jiyanê; bi Kurdî biaxivin, Bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin, bi Kurdî Bijîn. Cejna Ziman li Gelê Kurd pîroz be…”   Bernameya çalakiyên 15’ê Gulanê ji aliyê Şîlan Elmashan ve hate xwendin. Bername wihaye;   *2- 9''ê Gulanê - Di pêşengiya Tor û Platformê de Bernameya Kursiya Ziman. Dersdayîna Zimanê Kurdî.   CIH: Meydana Bajêr (Kent Meydanı)   Saet: 16:30 -19:00   *3- 10'ê Gulanê - Di pêşengiya Tora Çand û Ziman de Atolyeya Zarokan   CIH: Navçeya Bismilê, Taxa Seyrantepe    Saet15:00 ji komela med der ê çûyîn despêka bernamê 16:00   *4- 11'ê Gulanê -  Di pêşengiya Tora Çand û Ziman de Atolyeya Ziman. (Dersa Kirmanckî)   CIH: Taxa Seyrantepe parqa Musa Anter.   Saet: 16:30   -Di pêşengiya Komisyana çand û ziman a jinan de nîşandana Fîlmê bi navê " Cîranê Min Totoro.   CIH: Parka Newrozê.   Saet: 19:00.   *5- 12'ê Gulanê. Lîstika Şanoyê "Hinek Henek" CIH: Şanoya Bajêr a Amedê.   Saet: 20:00   *6- 13- Di pêşengiya Tor, Öhd û Maseya Ziman a baroyê de daxuyanî.   CIH: Li ber Dadgehê   Saet: 12:30.   -Di heman Rojê de Bernameya Dîwana Dengbêjan.   CIH: Parka Rojava.   Saet: 20:00   *7- 14'ê Gulan - Di pêşengiya Çandê de, bi Cil û Bergên Neyeweyî Daxuyanî.   CIH: Li ber li Şanoya Bajêr a Amedê.   Saet: 14:00.   *8- 15'ê Gulanê - Di pêşengiya Tor, Öhd û Komîsyona Ziman a Baroyê de, Panela bi navê "Ziman û Huqûq.   CIH: Eywana Konferansê Ya Tahîr Elçî.   Saet: 12:00-15:00.   *Di heman Rojê de bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr Meşa 15'ê Gulanê.   CIH: Parka li hemberî NSTY.(Bayramoğlû)   Saet: 16:00   *Di heman Rojê de bernameya Diwana Zarokan.   CIH: Zarok Ma   Saet: 18:00.   *9- 16'ê Gulanê - Şahiya 15'ê Gulanê (Şahiya Stranan-Konser)   CIH: Eywana Demirok (Kolana Îstasyonê)   Saet: 19:30-23:00.   Di dawiya daxuyaniyê de li ber stranan govend hate gerandin.