Meclisa Îştar: Ayşe Acar Başaran îradeya me ye 2022-05-08 12:18:08     MEXMUR - Bi armanca şermezarkirina êrişên li ser HDP'ê, li Wargeha Mexmurê Meclisa Îştar daxyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Li dijî qirkirina jinê dema parastina jina azad û civakê ye."   Meclisa Îştar li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  bi armanca piştgirîdayîna partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) û şermezarkirina êrîşa li hemberî Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşê Acar Başaran daxuyaniyek da. Daxyanî ji aliye endama Kordinasuna Meclisa Îştar Xantur Kara ve hat xwendin. Beriya daxyanî destpê bike j bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.   Daxyaniya Meclisa Îştar wiha ye:   "Di serî de tevgerên jinan, rêxistin û saziyên civakî  êrîşên şerê taybet, ên bi hişmendiya mêrsalar û rastiya pergalê nasbikin u bidin naskirin. Li hemû qadan di serî de jin û ciwan, divê mirov gavên berbiçav û polîtîkayên ku civak pê hewce biavêjin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin bikin. Têkoşîna me li dijî polîtîkayên qirkirina jinê ya AKP-MHP’ê ye, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên pergala mêrsalar, helwesta têkoşîneke gerdûnî ye.   'Dixwazin Pergala Netewa Demokratîk têk bibin'   Em îro xwedî paradîgma û îdeolojiyeke wiha ne ku lêgerîna têkoşîna jinên cîhanê re dibin bersîv. Yek ji paradîgmaya Rêbertî ku bi dilgermî tê pêşwazîkirin  paradîgmaya me ya jinê û îdeolojiya me ya rizgariya jinê ye.  Her çiqas di astekî bilind de xwedi derketina pergala Netewa Demokratik hebe jî bê guman ji bo belavkirin û j holêrakirina vê pergalê AKP-MHP hertim dinava lêgerinê de ne. Van nêzikatiyên xwe yên faşizan ji li ser iradeya tevayî jin û civakê dixwazin bidin pêkanin . Di dirok û jiyanê de hertim me weke jin û civak şahidiya wê kiriye. Mînaka herî berbicav jî qetilkirina Deniz Poyraz bu.  Bêguman ji bo bikaribin faşizma xwe li ser Gelê Kurd bidin avakirin jinên berxwedêr yên mina Deniz, Ebru, Sêvê, Fatma û Pakizeyan ji xwe re dikin hedef.    'Ev êrîş li hemberî îradeya hemû jinan hat kirin'   Berî bi çend rojan komek polis û faşîstan êrişi navenda gişti ya HDP kirin.  Bi taybeti ev êriş di kesayetiya Ayşe Acar Başaran de li hemberî iîradeya hemu jinan hat kirin. Ji ber ku dewleta tirk di ferqê de ye û dizane  ku ya guhertin û veguhertinên zihni û civaki dide avakirn jine, lewma ji her roj êrişên xwe yên derveyi exlaq û mirovahiyê li ser jin û îradeya jinê pêk tîne. Pergala koledar heta îro nikaribûye jinê bê îrade bike.  Wê çawa faşizma AKP-MHP bikaribe li ser iradeya jin-civakê siya xwe bide avakirin ? Ayşe Acar iradeya me ye, kes nikare deste xwe dirêji iradeya me bike. Li hemberî êrişa dewlet tirk em dibin dengê Ayşe Acar, em dibin dengê dayika Emine Şenyaşar, em dibin dengê tevahi jinên tekoşer ên ku iro li beranberi her cure awayê zihniyeta paşveru têdikoşin. Em ê bi dengê xwe qêrina azadiyê bilind bikin ku em bikaribin jin û jiyanê bikin senteza azadiyê.   Daxyaniya Meclisa Îştar bi diroşmên: "Bijî Serok Apo", "Bıjî berxwedana jina kurd", "Jin jıyan azadî", ‘Bijî berxwedana Gerila"  bi dawî bu.