400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin 2022-05-07 16:41:48   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ku her hefte balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û dixwaze werin berdan 400 hefte li pey xwe hişt.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û bên berdan çalakî li dar dixe û daxuyanî dide. Înîsiyatîfê di hefteya 400’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Eneqereyê çalakî li dar xist û daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û girtiyên nexweş berdin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û di mijara girtiyên nexweş de bal kişand ser berpirsiyariya dewletê û rayedarên îktidarê. Nûray destnîşan kir ku 400 hefte ye ew neheqiya li ser girtiyan tînin ziman û dixwazin mafê jiyanê yê girtiyan were parastin û girtiyên nexweş bên berdan. Nûray di dawiya daxuyaniyê de daxwazên ji bo berdana girtiyên nexweş rêz kir.