Esmer Tunç: Tiştê herî pêwîst berxwedana dayikan e 2022-05-07 09:37:34   ŞIRNEX - Dayika Mehmet û Orhan Tunç ên ku di jêrzemînên Cizîrê de bi zindî hatin şewitandin û qetilkirin, diyar kir ku ew her sal Roja Dayikan bi xemginî pêşwazî dike û wiha got: "Di vê rojê de ji me re diyariya herî bi wate aştî ye."   Li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê bi salane şer, pevçûn û girtin bê navber berdewam dikin. Ê ku herî zêde ji vî şerî bi awayekî neyînî bi bandor dibin jî bêguman dayik in. Dayikên ku zarokên wan çûne, winda bûne, hatine kuştin an jî hatine girtin her tim çavê wan li rê ne û di nava bendewariyê de ne. Tevî hemû zext û zordestiyan jî yê ku berxwedana edaletê û daxwaza aştiyê dikin jî dayikên dilşewat ê Kurdistanê ne. Yek ji van dayikan jî dayika Esmer Tunç e. Esmer Tunç a ku di sala 1978'an de li Akît ê girêdayî gundê Cifanê yê Şirnexê ji dayik dibe, di 16 saliya xwe de dizewice. Esmer a ku 9 zarokên wê çêdibe ji ber ku gundê wan tê valakirin di sala 1993'yan de ji neçariya xwe bi 9 zarokên xwe re  li Cizîrê bi cih dibe.Yek ji keça wê jî ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide. Di qedexeyên derketina derve yên di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat îlankirin de ku 79 rojan de berdewam kir  177 jê di "jêrzemînên wehşetê" de bi giştî 288 kes hatin qetilkirin. Di nav vana de 2 zarokên Dayika Esmer jî hebûn. Ev jî Mehmet û Orhan Tunç bûn. Dayika Esmer a ku bi salane her cejnan bi xemgînî pêşwazî dike, îsal jî Roja Dayikan bêyî zarokên xwe pêşwazî dike.   Esmer Tunç a ku bi salane li bendê ye ku hesab ji kujerên zarokên xwe bipirse tenê daxwaza wê ew e ku aştî pêk bê û şer bisekine.Dayika Esmer a ku li hemberî edaletê hêviya xwe wenda kiriye, di vê Roja Dayikan de jî tenê hêvîya wê aştî ye.    'Berzanî xwe firot'    Dayika Esmer Tunç, bal kişand li ser birakujiyê û got ku kurd  ne ji şer re, ji aştiyê re xîzmetê dikin û wiha axivî:" Tenê daxwaza me dayikan ew e ku ev şer bê sekinandin. Hêviya me ew e ku xwedê dawî li vê zilmê bîne. Ez dayika Mehmet û Orhan Tunç im. Ev 7 sal li ser şehîdkirina herdu zarokên min re derbas bû. Lê weke ku duh hema saetê hatine qetilkirin. Ev tu caran ji bîra me naçe. Em li ser wan kul û xeman jî êşê dikêşin. Gelek dayikên weke min hene. Roja dayikan nêzîk e û ne dûr e. Em hêvî dikin ku bibe wesîleya xweşiyê. Ev hovîtî û birakujiya ku pêk tê xayintî ye. Em dayikên dilşewat naxwazin ku bira birayê xwe bikuje. Mesût Berzanî îro xwe firotiye dewleta tirkan. Ji ber ku xwe firotiye jî nikare xwe ji destê wan rizgar bike. Heger ku qasî serê derziyê xwîna kurdatiyê di laşê wî de hebûya wî îro ev xayintiya nedikir. Me digot, 'Berzanî pêşengê me ye, birayê me ye, rihê me ye û canê me ye' me nedizanî ku ew xayîn û xwînmêj e. Me digot em birayê yek in lê ew bû neyarê me. Me nedizanî ku ew ê  xiyanetê li me bike. Ew îro xayintiyê li me dike. Ez bang li Mesût û Nêçîrvan Berzanî dikim;bes e vê xiyanetê neke. Bila nebe sedem ku bira bibe neyarê bira. "   'Tiştê herî pêwîst berxwedana dayikan e'    Dayika Esmer, anî ziman ku di vê pêvajoyê de roleke gelek girîng dikeve ser dayikan û got ku divê dayikên kurd li hemberî birakujiyê xwe bêdeng nekin û ev bang kir:" Ez vê hevkariya Malbata Berzanî ya bi dewleta tirk re şermezar dikim. Ev 3-4 sal in zilma ku Berzanî dike, Erdogan nake. Em dixwazin ku gelê kurd di nava xwe de aştîyê pêk bîne. Em aştiya gelê kurd dixwazin. Li Kurdistanê dayikên dilşewitî û yê ne dilşewitî hemûyan zordestî bi çavên xwe dîtine. Ez Roja Dayikan li hemû dayikên dilşewat pîroz dikim.Em aştiyê dixwazin. Di vê rojê de diyariya herî bi wate aştî ye. Wê ji me re diyariya herî xweşik bibe wekhevî û aştî. Em giriyan û me bi çavên xwe jî têra xwe zilm dit, lê bila dayikên din nebînin. Divê ku dayik li hemberî vê zilmê xwe bêdeng nekin û rabin ser piyan. Divê tişta ku ji destê dayikan tê bikin. Di vê pêvajoyê de tişta ku herî pêwîst berxwedana dayikan e. Ji ber wê jî çiqas ji destê dayikan bê divê ku bikin."