Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin 2022-05-06 16:11:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran êrişa li dijî HDP’ê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Organîzasyona li pêşiya HDP’ê, ji hêla Wezîrê Karên Hundir ve bi mebesta provokasyonê hatiye kirin û bi gefa li dijî Ayşe Acar Başaran re jî vîna bi milyonan kesan hedef hatiye girtin."   Bi mebesta şermezarkirina êriş û provokasyona polîsan a li dijî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gefa kuştinê ya li Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.    Di vê çarçoveyê de li Enqere, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Qers, Şirnexê daxuyanî hatin dayîn û êriş, gef û provokasyonên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê, Platformên Ked û Demokrasiyê yên gelek bajaran, endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), CHP, EMEP, TÎP, TOP, Çepa Kesk, ESP û Halkevleriyê, parlamenterên HDP’ê û gelek welatî amade bûn.    Di çalakiyan de “Parastin dê serî netewîne”, “Dê zext nikarin me têk bibin”, “HDP gel e û kes nikare vîna gel têk bibe”, “Em HDP’ê diparêzin”, “Dê bi vîn û têkoşîna jinan re faşîzm bê têkbirin”,  “Zext, binçavkirin û girtin nikarin bi têk bibin” û “HDP bi tenê nîne” hatibûn vekirin û çalakvanan dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin”,  ““Biji berxwedana HDP”, "Jin, jiyan, azadi”, “Bijî HDP” , “HDP gel e, gel li vir e” hatin berzkirin.     Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku organîzasyona li pêşiya HDP’ê, ji hêla Wezîrê Karên Hundir ve bi mebesta provokasyonê hatiye kirin û bi gefa li dijî Başaran re jî vîna bi milyonan kesan hedef hatiye girtin. Her wiha hat gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê her ku li hundir û derve tengav dibe, êriş û provokasyonên xwe zêdetir dike. Çalakvanan da zanîn ku dê bi mezinkirina berxwedanê re bersiva herî xurt bibin êrişan.