Ji Botanê li dijî êrîşan bertek: HDP gel e gel li vir e 2022-05-06 16:00:02   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya navçeya Cizîrê êrîşên li ser navenda HDP’ê bi daxuyaniyek şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrîşên li dijî HDP’ê tu carî encam negirtine û dê encam negirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya navçeya Cizîrê li dijî êrîşa li ser navenda HDP’ê li ber navçeya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêxistinên HDP’yên navçeyên Silopî û Hezexê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseya tevli daxuyaniyê bû bê navber dirûşmên “Bijî HDP” , “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin û êrîş şermezar kirin. Her wiha pankarta “ HDP gel e, kes nikare îradeya gel bişkîne!” jî di daxuyaniyê de hat vekirin.    Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît ve hate xwendin. Zîlanê, diyar kir ku armanca êrîşên li dijî HDP’ê bêdengkirina muxalefet û tasfîyekirina tevahiya civakê ye. Zîlanê di berdewamiyê de got: “HDP’ê ji ber sîyaseta xwe ya aştîxwaz û demokratîk bûye hedef. Ev êrîş û gefên li dijî HDP’ê di heman demê de li dijî vîn û jiyana gelên li Tirkiyeyê ye. Lê çi dibe bila bibe em dev ji sîyaset û têkoşîna xwe ya ji bo aştî û azadiyê bernadin."    ‘Parastina HDP’ê parastina sîyaseta demokratîk e’   Zîlanê, di berdewamiya daxuyaniyê de li dijî zext û êrîşên li ser HDP’ê banga xwedîderketin û têkoşînê kir û wiha dawî ki axaftina xwe anî: “Navenda me ji duh de di bin dorpêçê de ye. Em gelê Botanê li dijî vê sîyaseta qirêj vedixwînin piştgirî û xwedîderketinê. Parastina HDP’ê parastina sîyaseta demokratîk e.”   ‘HDP’ê dê serî netewîne’   Piştre  Parlementerê HDP’ê yê Şirmexê Huseyîn Kaçmaz jî axivî û destnîşan kir ku êrîşên li dijî HDP’ê tu carî encam negirtin û dê negirin. Huseyîn, wiha axivî: “Wekî tê zanîn HDP’ê ev demek dirêj e di hedefa desthîlatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de ye. Di vî welatê de rêya demokrasî û dewleta hiqûqê ji HDP’ê derbas dibe. Ew kesên provakator ku duh êrîşî li dijî partiya me û Parlementera me Ayşe Acar Başaran pêk anîn, baweriya xwe bi Suleyman Soylu û Erdoganê tînin. Lê belê rewşa Tirkiyê li ber çavan e, wê rojek were yên ku niha parastina wan dikin werin darizandin. Dê HDP’ê li hemberê van êrîşan serî netewîne.”